AMED - Taxên Alîpaşa û Lalebey ku bi kuçeyên xwe navdar in, niha di nav pençikên "veguherîna bajarvaniyê" de ne. Niştecihê taxê ji bo Sûr a ku lê ji dayik bûne û mezin bûne wiha dipirsin: "Em ê bi ku ve biçin? Ji tîna mişkan jî kuçe terikandin" û wiha lê zêde dikin. Lê em ê terk nekin."
Taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûra Amedê, ku bi kuçeyên xwe navdar in niha di nav pençikên "veguherîna bajêr" de ne. Sala çûyî ji ber qedexeyên derketina kolanan, li her du taxan hin mal bi kemçeyan hatibûn rûxandin. Dema mirov ji Deriyê Rihayê dikevê, Taxa Alîpaşa li hêla rastê ya Kolana Melik Ahmetê dikeve û her wiha Taxa Lalebeyê jî hema pê ve ye. Li her du taxan jî kuçeyên teng ku bi kevirên bazaltî hatine çêkirin û malên bihewş ên xwedî dîrokeke sedan salî hene.
Ji bo ku em fikrên niştecihên taxê yên der barê rûxandinê de hîn bibin berê xwe didin Alîpaşa û Lalebeyê.
KÛÇIKÊ KU TAXA XWE DIPARÊZE
Dema em ber bi taxê ve diçin, ewil malên rûxandî li ber çavan dikevin. Her çi qas bêdengiya li taxê hîsiyata terkirinê li mirovan peyda bike jî, lê dema em ber bi nava taxê ve diçin em dibînin ku niştecihên taxê di kelekela havînê de bi awayekî birojî li hewşên xaniyên xwe an jî li ber malên xwe rûniştîne. Li ser baniyê malekê kûçikekî reş serê xwe bilind dike û wek hîs kiribe ku hin kesên biyanî ketine taxê, bi hêrsî diewt e.
ZAROKÊN KU TUYAN DADIWEŞÎNIN
Zarokên Sûrê jî, bêyî ku guh bidin germa havînê carinan bi gogê dilîzin û carinan jî radipelikên ser darên tuyan û tuyan dadiweşînin. Tuyên ku jêkirine an jî daweşandina îkramî kesên ku tên taxê dikin.
Li Alîpaşa û Lalebey ên ku av û ceryana wan hatine qutkirin, ji ciwanan û zarokan bigire heta extiyaran her kes biisrar e ku li taxên xwe bimînin. Gel ê ku naxwaze Sûra ku lê çêbûne û mezin bûne û warê bîranên wan e biterikînin, ji bo malên wan neyên rûxandin taxên xwe naterikînin.
Yek ji kesên ku biryara rûxandina mala wê hatiye dayîn jî Zehra Buyurhan a 90 salî ye. Hema bêje emrê wê li Sûrê derbas bûye. Di temenekî biçûk de ji ber çewisandinên dewletê koçî Sûrê kiriye û niha naxwaze Sûrê biterikîne. Buhurhan ku niha bi koçberiyeke din re rû bi rû ye wiha dibêje: "Dewlet nahêle ku em rihet bibin. Derekî min ê ku pê ve biçim tune ye, ancax dikarin mala min bi ser serê min de birûxînin û ez di binî de bimînim. Ez ê li ber Sûra bimînim. Ne pereyê min heye ku kirê bidim û ne jî tiştekî din. Ji bo em Sûrê biterikînin dewlet bi ser me de tê, her roj gefên 'malên xwe vala bikin' li me dixwin."
'MA EZ Ê SÛRÊ ÇAWA BIHÊLIM Û BI KU VE BIÇIM?'
Yek ji nişteciha Sûra ya ku naxwaza taxa xwe biterikîne jî Saime Oncu ye. Di salên 90'î de ji ber polîtîkayên valakirina gundan, ji gundê Cûmatê yê Farqînê koçî Sûrê kiriye. Dema ku li Sûrê bi cih dibe, bi salekê şûn de bavê wê ji aliyê dewletê ve tê kuştin. Oncu ku wê û hevjînê xwe dev ji hev berdaye, tevî 2 zarokên xwe li Sûrê dijî û naxwaze mala xwe biterikîne.
Oncu, li Sûrê li hemberî rûxandinê li ber xwe dide û dibêje ku çi dibe bila bibe ew ê ji Sûrê dernekeve. Oncu, dema dipirse "Ma ez ê Sûrê çawa bihêlim û bi ku ve biçim?" qirika wê tije dibe û wiha didomîne: "Em malên xwe nadin, em kevirên xwe bi bînayan nadin. Em ê malên xwe neterikînin. Ji 16 saliya xwe heta niha li vir im, li vir extiyar bûm. Piştî vî emrî ez ê çawa Sûrê bihêlim û biçim. Piştî ku bavê min hat kuştin, êdî me nexwest em vegerin gund. Ji xeynî Sûrê em li tu derî nejiyane. Ez ji nav Sûrê dernayêm. Em malên xwe dixwazin, çavê me ne li av û nanê tu kesî ye. Nikarin me ji Sûrê derxînin. 30 sal in ku li hêlekê çewisandin û li hêla din jî sozên ji bo aştiyê hatin dayîn. Hingî gotin aştî aştî malên me bi ser me de rûxandin. Tişta wan a herî baş ev e."
'MIŞKAN JÎ EM TERIKANDIN'
Mala Hanîfî Yavuz ku êvarî ji kar vedigere û berê xwe dide malê jî di nav malên ku dên bên rûxandin de cih digre. Dema me bi hevjîna wî re diaxivî, ew jî bi kincên xwe yên di nav toz û xubarê de mayî ket hundur û ji me xwest ku heta ku ew ser xwe neguherîne em kamerayan venekin. Yavuz wiha got: "Bi qutkirina av û ceryanê terkirina Sûrê li me ferz dikin. Kesekî ku bêje ez misilman im, ma vê yekê dike? Hûn dibînin ne bê çi zilmê li me dikin? Ya ku dewlet li me dike Îsraîl li Filîstînê nake, av û ceryana wê qut nake. Di ser misilmantiyê re siyasetê dikin. Lê misilmanan talan dikin. Ji ber bê avîtiyê mişkan jî em terikandin, xwe berdan çolan. Li taxê pisîk jî neman. Bila baş zanibin; heta em sax bin em ê li vir bin."
‘EZ KÊLIYEKE VAN HEWŞAN NADIM BI SALEKE BÎNAYAN'
Li bajêr germahî 37 derece ye û em berê xwe didin maleke ku hewşa wê bi kevirên bazaltî hatiye çêkirin û nû hatiye şûştin. Li vê avahiya dîrokî ku nêzî 100 sal emrê wê heye, hema bêje germahî 23 derece ye. Xwediyê malê wiha dibêje: "Dixwazin em vê malê biterikînin û hepsî bînayên betonî bibin. Di germahiya Amedê de ku wek a dojehê ye, li wan avahiyan mirov bi klîmayan jî nikarin bijîn, ez ê çawa vê mala xwe ya bihewş biterikînim. Kêliyeke vê hewşê nadim bi saleke wan bînayên bilind."
Zuhal Atlan / Ozgur Paksoy - dihaber