AMED - Hevjînên hev Ahmet Babur û Ruşen Yakut, bi hejik û êzingên ku berhev dikin hunerê îcra dikin.
Li Amedê, hevjînên hev Ahmet Babur û Ruşen Yakut, hunerên destan ên 3 sal berê wek hobî çêdikirin pêş ve xistin û niha ji xwe re kirine pîşe. Babur û Yakut, nêzî 3 meh berê li Semta Ofîsê kargehek biçûk vekirin û li vê kargehê xişrikan û bi êzing û hejikan tiştên textîn çêdikin.
Ruşen Yakut, dema ji beşa Civaknasiyê mezûn bû û kar bi dest nexist, dest bi çêkirina qolye, guhar û berzendkên otantîk û çenteyan kir. Yakut, pêşî xişrikên çêdikir li kuçeyan difirot û paşê jî bi pereyê ku bi dest xistiye dikanek vekirine.
‘BI XIŞRIKAN ÇANDA HERÊMÊ VEDIBÊJIM'
Yakut, dest nîşan kir ku ji zarokatiya wê ve xwestekeke wê ya wisa hebû. Yakut, anî ziman ku herî zêde çêkirina qolye û guharan wê kêfxweş dike û wiha got: "Dema malzeme hildibijêrim herî zêde çanda herêmê esas digirim. Ji bo mirov xişran biecibînin, divê em zanibin ku hefizeya wan ber bi çi ve ye. Pêşî ez çîroka reng û aparatên ku di xişran de bi kart- tînim çêdikim. Paşê wan çêdikim."
AZADIYA JINÊ DINEQŞÎNE
Yakut, anî ziman ku li herêmê herî zêde rengê kesk û sor û zer tê tercîhkirin û wiha axivî: "Di xişrên xwe de herî, zêde tiştên ku jin û azadiyê vedibêjin dineqşînim. Dixwazim bi xişran hin tiştan vebêjim. Min tu carî xişrek wisa jixweber çênekiriye. Teqez tiştekî vedibêje. Mînak, xalîçeyên me yên kevn hene. Niha kes wan bi kar nayîne, lê ez wan di çêkirina çente û xişran de bi kar tînim. Û ev jî dibe sedema zêdebûna eleqeyê. Divê mirov yên kevin veguherînin. Ez jî vê veguherînê ji bo xişran dikim."
‘DIVÊ JIN HUNERÊ ÎCRA BIKIN'
Yakut, anî ziman ku ew karê xwe bi zewqeke mezin dike û bi vî karî hem stresa li ser xwe davêje û hem jî bextewar dibe. Yakut wiha domand: "Di hunerên destan de qabîliyeta hemû jinan heye. Ya ku divê bikin tenê ew e ku, bi xwe bawer bin û li ser lingên xwe bisekinin. Divê îcrakirina hunerê tenê ne aîdî mêran be. Divê jin li dor keda xwe bibin yek."
‘JI ÊZING Û HEJIKAN HUNERÊ ÎCRA DIKE'
Ahmet Babur ku Mamostetiya Agahiyên Civakî xwendiye, lê belê naxwaze vî karî bike li kargehê ji textan sandalye, kursî û hwd. çêdike û her wiha ji êzing û hejikên ku berhev dike jî saet, sênî û gelek amûrên xeml û xêzî çêdike. Babur, anî ziman ku wî ewil tevî hevjîna xwe Ruşenê bi çêkirina xişran dest bi vî karî kiriye, lê paşê wî kefş kiriye ku ew ê bi text, êzing û hejikan tiştên xweştir çêbike. Babur, got ku ew li çol û çeperan êzing û hejikan berhev dike û wan di çêkirina gelek amûrên xeml û xêzî de bi kar tîne.
‘MIROV YÊN XWEZAYÎ TERCÎH DIKIN'
Babur, anî ziman ku ji xwe xweza bi xwe xwedî sêwirîneke taybet e. Babur got ku, ew tenê şîroveyê tevlî vê sêwîrînê dike. Babur, anî ziman ku eşyayên ku ew çêdike bêtir bala kesên ku ji xwezayê hez dikin dikişîne. Babur got ku di demên dawî de mirov bêtir tiştên xwezayî tercîh dikin.