Penaberên Xisîstiyan: Tirkiye bi qasî Sûriyê xerab e

HATAY - Panaberên Xisîstiyan ên ji Sûriyê hatin Hatayê, diyar kirin ku ji ber baweriya xwe li vir cara duyemîn rastî zext û tundiyêtên. Penaberan anîn ziman ku rastî êrîşên komên radîkal tên û rewşa Tirkiye bi qasî ya Sûriyeyê ye.

Piştî li Sûriyeyê şer dest pê kir, li gorî daneyên fermî zêdeyî 3 milyon welatiyên Sûriye koçî Tirkiyeyê bûn. Penaberên ku ji Sûriye hatin Tirkiye û li Hatay, Edene, Mêrsîn, Dîlok, Îzmir, Stenbol û bajarên cuda dijîn, diyar kirin ku di nava şert û mercên xerab de dijîn û li vir jî rastî tundî û êrîşan tên. Penaber li vir ji mafên debor, tenduristî, perwerdehî û hemû mafên bingehîn ên jiyanê bêpar dijîn. Li wargehên lê bi cih bûne jî her dem rastî tundî û êrîşên komên cuda tên. Yên herî zêde rastî zextan tên jî koçberên xirîstiyan ên ji bajarên Heleb, Îdlîb, Rakka, Hama û Humusê hatin Tirkiye ne. Xirîstiyan, li Sûriye bûn hedefa komên DAİŞ, El Nusra (Tahrir El Şam), OSO û Ahrar El Şam'ê. Piştî ji ber êrîşan reviyan û hatin li Tirkiye bi cih bûn dîsa ji êrîşan rizgar nebûn. Li gorî daneyên cuda li Tirkiye nêzî 10 - 15 hezar Xirîstiyan li Tirkiye dijîn. Xirîstiyanên li bajarên cuda yên li Tirkiye bi cih bûn, mafê wan ji destê wan tê girtin. Penaberên xirîstiyan ji ber baweriya xwe rastî tundiyê tên nikarin baweriya xwe aşkere bikin.

Penaberên xirîstiyan ên 5 sal berê ji Îdlibê hatin li navçeya Yayladagi ya Hatayê bi cih bûn wiha got: "Piştî fêr bûn ku em ne misilman in, em nikarîbûn êdî li navçeya Yayladagi bijîn. Piştî vê yekê em hatin navenda Antakya û 4 salin em li vir dijîn. Em 4 salin li Antakya dijîn, lê em li vir kar bi dest naxin. Ji ber kar tune em neçarin rojê bi 10 -15 tl dixebitin.

'EM JI BER PERWERDEHIYA SUNNÎ NIKARIN ZAROKÊN XWE BIŞÎNIN DIBISTANÊ

Penaberan anîn ziman ku nikarin ji mafên xwe yên tenduristî, perwerdehî û îbadetê sûdê bigirin û wiha got: "Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiye ji bo zarokên Sûriye dibistan vekirin. Lê li van dibistanan li gorî sunniyan perwerde tê dayîn. Ji ber perwerdehî tevahî sûnnî ye em nikarin zarokên xwe bişînin van dibistanan. Baweriya me cuda ye em nikarin vê yekê qebûl bikin û nikarin zarokên xwe bişînin dibistanên wan. Hemû xirîstiyanên ji Sûriyê hatin naxwazin zarokên xwe bişinin van dibistanan. Ji ber ku em nikarin debara xwe bikin zor û zahmetiyê dijîn. Jin ji ber ku rastî destdirêjiyê tên, jinên xirîstiyan nikarin derkevin kolanan. Kolan ji bo wan dibe îşkence. Dema em koç bûn gelek jin rastî destdirêjiya koman hatin û gelek jin hatin kuştin. Piştî em hatin li Tirkiye bi cih bûn, li Tirkiye jî tundiya li dijî me berdewam dike. Tirkiye jî bi qasî Sûriye xerab e. Şert û merc wek hev in. Em li vir jî di bin tundî, zext û êrîşan de dijîn."

Erdoğan Alayumat - dihaber