Li Girtîgeha Jinan a Tarsusê pêkanîna reziknameya 'veşartî'

AMED - Parêzer Gulşen Ozbek, ji bo binpêkirinên mafan ê li dijî 41 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê bên lêkolînkirin serî li Wezareta Dadê da. Ozbek, diyar kir ku midûrê girtîgehê li gorî rêziknameyên veşartî tevdigere û xwest ku tevgera midûr bê lêkolînkirin.

Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî her ku diçe zêdetir dibin. Girtîgeha Jinan a Tîpa C Mêrsînê ku di demên dawî de bi binpêkirinên mafan tê rojevê 41 girtiyên jin ên li heman kawişê dimînin rastî binpêkirinên mafan tên. Derbarê binpêkirinên mafan de Parêzer Gulşen Ozbek, xwest ku Wezareta Dadê Midûryeta Giştî ya Malên Tevkîf lêkolîn bike. Ozek ku bi daxwaza binêkirinên mafan serlêdan kir, da zanîn ku bi pêvajoya OHAL'ê re li girtîgehan mafên bingejîn û huriyetê hatine sînordarkirn.

MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ WEKÎ RÊVEBERIYA 'VEŞARTÎ' TEVDIGERE

Ozbek, da zanîn ku Girtîgeha Tarsusê yek ji girtîgehên ku li dijî girtiyên siyasî binpêkirinên mafan pêk tîne ye û wiha got: "Îdareye girtîgehê li derveyî kontrolkirinê ye û ev jî li dijî qanûna ne. Li dijî pirsigrêkan rêveberiya girtîgehê dibêje 'Ez li gorî rêveberiyên veşartî yên ji min re hatine gotin tevdigerim, hûn kuderê dixwazin dikarin gilî bikin', divê serlêdanên tên kirin lezgîn bên lêkolînkirin. Girtî 6 mehe nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin."

Ozbek di serlêdana kirî de binpêkirinên mafan wiha rêzi kir:

* Ligel ku kawiş nikare 41 kesan bi hewîne jî 41 kes di heman kawişê de dimînin. Li girtîgehê di meha zivistanê de ji bo her girtiyekê darek hatiye dayîn û xwestine hemû zivistanê bi van daran derbas bikin.

* Di kawişa mijara gotinê de her tim lêgerîn tê kirin. Ligel kawişa jinane jî memûrên zilam jî tevlî lêgerînê dibin, ev rewş ji aliyê girtiyan ve tê îtîrazkirin û di encamê de girtî rastî êrîşê tên. her wiha lêgerîna tê kirin ne li gorî pîvan û nîzamê ye.

* Girtî di dema hevdîtinan de rastî lêgerîna zirav tên. Ligel ku dema ji kawişê derdikevin rastî lêgerînê tên jî dema carekdin dikeve kawişê jî carekdin rastî lêgerînê tên û girtiyên li dijî vê derdikevin jî rastî êrîşê tên.

* Girtî hi bo pêkanînên tên jiyîn bi midêrê girtîgehê re parve bikin gelek caran serlêdan kirine. Girtiyên bi navê Ayşe Gok û Fadîme D. ên bi israr xwestin bi midûr re hevdîtin pêk bînin di encama hewldanan de hevdîtin pêk anîne. Midûr derbarê tiştên tên jiyîn de got 'Ez li gorî rêveberiyên veşartî yên ji min re hatine gotin tevdigerim, hûn kuderê dixwazin dikarin gilî bikin' û îdîa kir ku pêkanînên tên kirin bi fermana ji jor tên kirin.

* Ligel girtî pirsgirêkên tendirûstî dijîn jî di sewqkirin^u dermankirina wan de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Dema dermankirina de li ser girtiyan dê ligel leşkeran bên dermankirin tê ferzkirin, leşker bi girtiyan re dikevin odeya muayeneyê û ev pêkanîn tê wateya tacîzê.

GIRTÎEHÊ ÎDA BÊ BERSIV HIŞT

Li ser îdîayan me li midûrê Girtîgeha Jinan Tîpa C aTarsusê geriya, midûr diyar kir ku binpêkirinên mafan nayên jiyîn û got ku girtîgeh ji sala 1965'an ve hatiye çêkirin û li gorî şert û mercane. Rayedar bertek nîşanî îdîaya girtiyên jin ligel leşkeran tên dermankirin da û bê bersiv hişt, got ku dikare li Serdozgeriya Komarê gilî bike û telefon girt.