Qatar, Erdogan, Îran

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Reşo Wasif li ser qeyrana aborî ya Qatarê nivîsand û diyar kir ku pişti General Sîsi yê Misrê dest danî ser erzê diyar bû ku dê Qatar rastî van pirsgirêkan bê.

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Reşo Wasif, der barê polîtîkayên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên Sûdî, Qatar û DYA'yê nivîsand. Wasif, anî ziman ku piştî Trump serdana Erebistana Siûdî kir, tevî qralê Siûdî Selman û general Sîsî yê Misrê destê xwe danî ser kureyê erzê, kêm zêde mirov li bendê bû ku dê li herêmê hevsengî biguherin û wiha nivîsand: "Hema piştî vegera Trump bo Amerîkayê pêşî li Kendava Ereban hevsengî li bin guhê hev ketin. Bi serkêşiya Siûdî, Misr û Bahreynê 7 welatên ereban berê tîrên xwe yên xezebê da emîrê Qatarê ku ehbabê Erdogan e. Emîr ji dostên xwe yên duh û dijminên xwe yên îro re mecbûr ma kêm bikişîne û fêm kir ku Trumpê fîl biryara wî daye. Tabî piştî gef û gurên siûdiyan û Misrê, her kes mecbûr ma bi çavekî li geşedanên Kendava Ereban û bi çavekî jî li Kendava Hurmuz binêre. Madem emîrê Qatarê Şêx Temîm ji ber têkiliyên xwe yên bi Îranê re rastî van gef û guran dihat, diviya li Îranê jî salvoyek pêk bihata. Jixwe pêk jî hat. Li Tehranê hem li parlamentoyê û hem jî li ser gora Humeynî du êrîş pêk hatin. Êrîşkar bi çekên giran parlamenter jî di nav de gelek kes rehîn girtin û xwîn rijiya."

Wasif, da zanîn ku hem Kendava Ereban û hem jî Kendava Hurmuz dikelin û wiha berdewam kir: "Ev kel û bixûra van gef û guran bêhn li îktîdara Erdogan jî çikandiye û gef bi rêya têl û telefonê geh bi rêya wezîr û kizîrên xwe, musteşar û sefîrên xwe dixwaze ji nav mengeneya Qatar û Îranê rizgar bike lê ev ew qas jî hêsan nîn e. Nikare destê xwe ji Qatarê bişo. Ji ber ku salewext 18 milyar dolar pere dixe nav aboriya Tirkiyeyê. Jixwe ji ber vê yekê Erdogan ji bo Şêx Temîm dibêje dostê rojên teng. Hasilî ev aliyê wê yê aborî lê aliyê wê yê bîrdozî jî heye. Şêx Temîm û Erdogan bi nîşaneya Rabîayê deklare dikin ku ji ‘Îxwanê’ ne. Şêx Temîm çi be Erdogan jî ew e. Îcar meseleya Kendava Hurmuz jî ji bo Erdogan bû kabûsa li ser kabûsê. Me berî 3 hefteyan gotibû ku Trump dixwaze Erdogan di şerê xwe yê li dijî Îranê de bi kar bîne. Lê me Qatar derî çavan hiştibû."

Wasif, destnîşan kir ku niha Erdogan di navbera Xelîl û Celîl de maye. Ji ber mirovekî dostên xwe firotiye; dilê wî dixwaze bi Siûdî, Trump û Bahreynê re be lê li aliyê din jî naxwaze Qatar pereyê xwe paşve bikişîne û wiha bi dawî kir: "Hem dixwaze bi Îranê re li dijî kurdan êrîşên xwe dijwartir bike hem jî dixwaze Trump Îranê ji holê rake da ku ji cîranê xwe yê bihêz xelas bibe. Lê belê tovê xweziyê şîn nayê û Erdogan çi çandibe wê hiltîne. Ji bo kurdan îro roja keysê ye û kurd belkî sedsaleke din keyseke wisa bi dest nexin. Konjonktur, siyaset, tifaq ji bo şoreşa Kurdistanê amade ne. Tevgera Azadiyê ji bo ku şoreşê pêk bîne li çar aliyên Kurdistanê şerekî bêeman dimeşîne. Lê li aliyê din hêzên dagirker û hevkarên wan jî ji bo ku bi kurdan bidin windakirin her tiştî dikin. Îro roja biryarê ye. Yan em ê hemû qezenc bikin an jî em ê xweş têk biçin. Tercîheke din tune ye."