DAÎŞ li Reqqayê çekên TSK'ê bikar tîne

REQQA – Şervanên QSD`ê li taxa El-Meşleb a rojhilatê Reqqayê, çekên Hezên Çekdar ên Tirk (TSK) ku DAIŞ`ê li peyî xwe hîştibûn, dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), piştî ku şervanên QSD`ê di taxa El-Meşleb a rojhilatê Reqqayê bi pêş ve çûn, çekên ku DAIŞ`ê li peyî xwe hîştine û ew çek ên ji Tirkiye hatine hatin dîtin. Li ser çekên hatin dîtin nivîsa bi tirkî hatiye nivîsandin û tê dîtin ku çek aydî TSK'ê ye. Berê jî QSD`ê di şerê bi DAÎŞ'ê re çekên aydî TSK'ê ji ser endamên DAÎŞ'ê rakiribûn. Di pêngava rizgarkirina Reqqayê çekên TSK'e dîsa ji ser endamên DAÎŞ'ê hatin rakirin. Bi vê yekê re, careke din têkiliya xurt a di navbera DAIŞ û Tirkiye hat teyîtkirin.