REQA - Ji şervanên QSD'ê yên ketin Reqayê Egît Agirî bal kişand li ser destana dîrokî ya Derwêşê Evdê û wiha got: "Em wekî Derwêşê Evdê pêşve çûn û ketin bajar. Em sekvanên çeteyan bi çav dikarin bibînin. Em cihên xwe yên li hundirê bajar berfireh dikin. Em bi moreleke mezin operasyona xwe didomînin."
Operasyona rizgarkirina navenda Reqayê ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wekî "Cenga Mezin" bi nav kirin berdewam dike. Operasyon di roja 3'yemîn de le û ji rojhilat û rojavayê bajar şervan ketin bajar û şerên dijwar diqewime. Li bajarê ku şerê kolanan dest pê kiriye şervan taxên El Meşlebê mal bi mal ji DAIŞ'ê paqij dikin. Şervanên QSD'ê yê ketin bajar diyar kirin ku ketina bajar gavekî Dîrokî ye û ew kolan bi kolan pêş ve diçin.
PIŞTÎ KU 500 METRE PÊŞDE DIÇIN MEWZIYÊN YEKEM
SUwar serêkaniyê yê di nava koma ku ji eniya rojhilat ketiye bajar de cih digire diyar kir ku yekem koma ku ketine bajar in û 500 metre pêşde mewziyên xwe çêkirine ewil mayinên ku DAIŞ'ê çandiye îmha kirine. Serêkaniyê anî ziman ku ji Dêra Zor ber bi Reqayê ji eniya rojhilat hatine û riya esasî bi kar anîne û wiha axivî: "Em ji riya esasî hatin. Dema ku em dihatin DAIŞ direviya. Nekarî li pêşiya me bisekine. Niha em nêzî 2 kîlometre jî pêş de çûne. Kolan bi kolan, cade bi cade şer heye." Serêkaniyê destnîşan kir ku DAIŞ hewl dide bi mayinan ve encamê bigire, dê şerekî dijwar û mezin be.
BER BI NAVENDÊ VE DIÇIN
Şervanê bi navê Egît Agirî yê li taxa El Meşlebê jî anî ziman ku di navbera wan û DAIŞ'ê de şerê dijwar diqewime hamleya Xezeba Firatê ya ku 7 meh in berdewam dikin jî bi ketani bajar ve gihîşt merhaleya xwe ya dawî. Agirî got ku li taxê 2 kolan ji DAIŞ'ê paqijkirine û wiha berdewam kir: "Di navbera me û çeteyan de 400-500 metre heye. Em sekvanên çeteyan bi çav dikarin bîbinin. Em hewl didin ku mewziyên li hundirê bajar berfireh bikin. Em gav bi gav ber bi navenda bajar ve diçin. Heta niha tu windahiyên me çênebûye. Em bi moraleke mezin operasyona xwe didomînin."
BÛR DERWÊŞ
Agirî got ku ew di koma duyemîn a ketiye bajar de cih digire demên dîrokî hatiye jiyankirin, demên ku xeyal dikirin dijîn û gotin têrê nake ku vê demê vebêjin. Agirî wiha got: "Em wetî Derwêşê Evdê pêşve çûn û ketin bajar. Bi hestên mezin şer kirin tiştekî nikare bêbidestxistin e."
AZADÎ NÊZÎK E
Ji şervanan Mehmet Seît Dervîş jî diyar kir ku gelek bi heyecan e, demeke dirêj e amadekariya vê rojê dikin û wiha axivî: "Em niha ketine paytexta çeteyan. Wekî ku hûn dibinîn em ber bi bajarv e diçin. Reqa ji rojava, rojhilat û ji bakur hatiye dorpêçkirin û ji du eniyan jî em ketine. Em ê başûr jî dorpêç bikin û ji wir jî pêşve biçin. Bila gelê me bizanibe ku em ê di demeke nêz de azadiya Reqayê qîr bikin."
Nazim Daştan - dîhaber