STENBOL - Di doza Ozgur Gundemê ya Erol Onderoglu, Şebnem Korur Fîncanci û Ahmet Nesîn tên darizandin de ji bo ku parastina Nesîn Bê girtin biryara ji navnîşana wî ya derveyî welat re nivîs nivîsandinê hat dayîn.
Doza Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hat girtin Erol Onderoglu, Şebnem Korur Fîncanci û Ahmet Nesîn tên darizandin li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Onderoglu., Fîncanci û parêzerên wan beşdarî dozê bûn. Nesîn ji ber ku derveyî welat bû beşdarî dozê nebû.
DOZ HAT TALOQKIRIN
Dozê bi tespîtkirina nasnameyanv e dest pê kir. Erol Onderoglu rapora ku ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ve ji bo Tirkiyeyê hatiye amedekirin xwend. Piştre parêzeran parastin kirin. Parêzer Efkan Bolaç navnîşana Ahmet Nesîn a li derveyî welat pêşkêşî heyeta dadgehê kir.
Heyeta dadgehê ji bo ku ji navnîşana Nesîn a li derveyî welat re nivîs bê nivîsandin biryar da. Doz taloqî 26'ê kanûnê hat kirin.