EDENE - Di doza ku li Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen yuksekdag hatibû vekirin de bi îdiaya "Hikûmeta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye" salek ceza lê hate birîn.
Di doza ku li Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag hatibû vekirin de bi îdiaya ku Yuksekdag "Hikûmeta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye" salek ceza lê hate birîn. Yuksedag a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ye bi SEGBÎS'ê nexwest beşdarî dozê bibe.
Parêzerê Yuksekdag got ku daxuyaniyên ku muwekîla wî kiriye xalên ku li Meclîsê hatine ser ziman in û ji ber vê yekê jî xwest girtekên li Meclîsê bên lêkolînkirin. Dadgehê daxwaza parezêr red kir û salek cezaya girtîgehê il Yuksekdag birîn.