ENQERE - Derket holê ku temenê zarokên Sûriye yên ji şer reviyan û hatine Tirkiye mezin dikin û li hemberî pereyan wan dizewicînin. Hat diyarkirin ku Komeleya Turkmenan a Yekbûyî ya Sûriyeyê jî heye. Seroka Komeleyê Leyla Suleyman, diyar kir ku kesên wan dizewicînin ne zarok in, tenê ziman nizanin.
Derket holê ku Nûnertiya Komeleya Turkmenan a Yekbûyî ya Suriyeyê ya Enqereyê, zarokên ji şerê Sûriye reviyane û hatine Tirkiye, temenê wan mezin dike û wan bi zilamên temen mezin re dizewicîne. Hat zanîn ku nûnertiya komeleyê zarokan li hemberî 5 hezar tl dizewicîne. Şahidên bûyerê diyar kir ku heta niha zêdeyî 300 zarokên penaber ên Sûriyeyê li Tirkiye temenê wan mezin kirine û dane zewicandin.
KOMELEYA TURKMENAN NAVBÊNKARIYÊ DIKE
Şahidê bûyerê, diyar kir ku zarokên keç ên ji şerê Sûriye reviyan û hatin li Tirkiye di nava şertên giran de dijîn, temenê wan tên mezinkirin û wan li hemberî pereyan bi zilamên temen mezin re didin zewicandin. Şahid, da zanîn ku zarokên keç temenê wan tên mezinkirin û li hemberî pereyan didin zilamên mezin ên ji Çorum û Yozgatê tên Enqereyê û bi wan re didin zewicandin. Şahidan, da zanîn ku di nava vî karî de Nûnera Nûnertiya Komeleya Yekbûyî ya Turkmenan a Sûriye ya Enqereyê Leyla Suleyman, birayê wê H.S. û hevserê wê M.S. û welatiyên Tirkiye jî hene.
TEMENÊ ZAROKAN MEZIN DIKIN
Yek ji zarokên temenê wan hatin mezinkirin zaroka bi navê K.O. ye. Li gorî çavkaniya ku dihaberê xwe gîhandê belge û agahiyên zarokê li ser qeyda bajarê Halebê ne. Li gorî belgeya Nasnameya Parastina Demî ya Walîtiya Enqereyê K.O. di 16'ê Adara 2002'an de ji dayik bûye. Ji aliyê şebekeyek ku navenda wê li Stenbolê ye temenê K.O. 3 salan hat mezinkirin. Bi ewraqê sexte yên Erebî temenê K.O. hat mezin kirin û wekî 22'ê Adara 1999'an hatiye qeydkirin. Piştî temenê K.O. wekî 18 dan nîşandan li hemberî pereyan dan zewicandin. Şahidê Sûriyeyî ku bi şertê navê wî neyê aşkerekirin şahidî kir, diyar kir ku piştî temenê K.O. hat mezinkirin dê piştî Cejna Remezanê bê zewicandin.
ZÊDEYÎ 300 ZAROK HATIN ZEWICANDIN
Şahidê Sûriyeyî anî ziman ku Nûnera Komeleya Yekbûyî ya Turkmenan a Sûriye ku li Karapurçek a Enqereyê ye Leyla Suleyman birayê wê H.S. û hevserê wê M.S., navbênkariyê dike. Şahid, anî ziman ku malbatên diçin komeleyê alîkarî dixwazin zarokên wan ên keç temenê wan mezin dikin û wan didin zewicandin. Şahid, bilêv kir ku berê malbatan tespît dikin û piştre diçin bi wan re hevdîtin dikin û piştî hevdîtin kirin temenê zarokan mezin dikin û bi zilamên temenmezin re didin zewicandin. Şahid bilêv kir ku komele diçin malbatê û dibêjin "Em dixwazin keça we bi malbatek dewlemend re bidin zewicandin. Hem dê alikariyê bi malbata we re bike û hem ji dî alîkariyê bide keça we. Dê jiyana malbata we tevan xelas bibe. Ger hûn malbata xwe nedin hûn nikarin alîkariyê ji me bigirin." Şahid wiha got: "Leyla Suleyman heta niha 300 zarok dane wezicandin. Temenê wan mezin kirine û birine cem kuafor wekî mezin dane nîşandan û dane zewicandin.
Jina kuafor ku nexwest navê xwe bide jî îdîa piştrast kir û wiha got: "Leyla Suleyman berî ku zarokan bide zewicandin, temenê wan mezin dike. Zarokên temenê wan 13-14-15 salî ne, wan weki mezin didin xuyakirin. Leyla Suleyman ji mere dibêjin “Bi makyajê zarokan mezin bidin xuyakirin. Heta niha Leyla Suleyman nêzî 20 zarok ji bo makyajê anîn cem me. Zarokên din jî dibin cem kuaforên din."
‘ZAROKEK 14 SALÎ HEYE EZ DÊ WIR HAL BIKIM'
Şahidekî din ku nexwest navê xwe diyar bike jî anî ziman ku ew çûye cem Leyla Suleyman û wiha got: “Ji bo ku ez vê bûyerê piştrast bikim ez çûm cem Leyla Suleyman. Min got ez mirovekî dewlemend im. Min got ez dikarim 15 hezar TL bidim malbatê. Leyla Suleyman ji min re got zarokek 14 salî heye. Min got ev li gorî zagonên Tirkiye nayê qebûlkirin. Lê jî got 'Ez dê temen mezin bikim wî karê mezinkirina temen bihêlin ji min re. Min heta niha temenê gelek zarokan mezin kir û da zewicandin."
LEYLA SULEYMAN: JI BER KU ZIMAN NIZANIN EZ TERCUMANIYÊ DIKIM
Der barê îdîayan de jî Leyla Suleyman ewil îdîa red kirin û piştî me got "Belge û qeydên deng hene" got 'em rû bi rû bi hevre biaxivin' Piştî me rû bi rû hevdîtin kir Leyla Suleyman got 'Em ez ji wan re tercumaniyê dikim. Telefonên hemûyan li cem min qeydkiriye. Yên dizewicin temenê wan ne kêmî 18 salî ye. Hemû zêdeyî 25 sali ne. Keçek min heye temenê wê kêmî 18 salî ye, lê nîşanî ye. Ger ku min bi belgeyên sexte temen mezin kiribûna min dê keça xwe mezin kiribûya. Polîsê ehleq jî berê li min geriya. Ez tenê tercumaniyê di navbera kesên dizewicin de dikim. Pir silavan ji çavkaniya xwe ya nûçeyan re bêje. Nikare bi van rêbazan min ji rê derxe. Ez telefonên 100 kesan dikarim bidim. Rojên borî jî ji Midûriyeta Polîsan polîsê yekineya ahlaq li min geriya. Got tu temenê zarokan mezin dike û wan difiroşe. Min got 'Erê ez wan difiroşim' Min got ez li daweta zarokên ku min ew firotine me. Jin 20 salî ye. Ez tu pere li hemberî tercumaniyê nagirim. Ez mirovên bi heman zimanî nizanin tercumaniya wan dikim û wan bi hev didim naskirin. "
Selman Gozelyuz - dihaber