Girtiyên li Xarpêtê hê jî di hucreyan de ne

XARPÊT - Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê hate hînbûn ku hê jî piraniya wan di hucreyan de tên girtin, xwarin tenê fitar û paşîvê ta dayîn.

Ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 50 girtiyên ku di 17'ê gulanê de sirgunî Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê hatin kirin di bin şertên dijwar de tên girtin. Zêdetirê 20 girtî hê jî di hucreyên yek kesî de tê girtin. Girtiyên ku bi malbatan re hevdîtin pêk anîn diyar kirin ku wan dernaxînin heşwa hevpar û hucre înşeat in ji ber bêhna tênê nikarin bisekinin. Hate hînbûn ku nahêlin girtî ji kantînê pêdiviyên xwe bikirin.

Hat hînbûn ku rojnameyên Rojeva Medya qet nayê dayîn, Ozgurlukçu Demokrasî jî dereng tê dayîn. Girtiyan dan zanîn ku xwarinê tenê fitarê û paşîvê didin girtiyan, ji bo ku şert û merc bên başkirin daxwazname ji îdareyê re nivîsandine lê bersiv nayê dayîn, dema ku bi kurdî tê axaftin rastî mudaxaleyî tên.

Girtiyan diyar kirin ku piştî ku nûçeyên binpêkirinan di çapemeniyê de derdikeve pêkûtî zêdetir bûne û banga bihistiyariyê li raya giştî kirin.