Hevşaredarê Hênê Zorlu hat berdan

AMED - Hevşaredarê Hênê yê DBP'î ku dema girti bû li şûna wî qeyûm hat tayînkirin Abdurrahman Zorlu, piştî 9 mehan girtî ma serbest hat berdan.

Rûniştina doza Hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu ku di 29'ê Îlona 2016'an qeyûm tayînî şuna wî hat kirin, ji 32,5 salan heta 65 salan cezayê girtîgehê jê dihat xwestin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Zorlu, ku bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" 16 caran jî bi îdîaya “li dijî zagona meş û xwepêşandanan muxalif kiriye" dihat sucdarkirin li salone amade bû. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî doz şopandin. Zorlu di rûniştina dozê de bi kurdî parastin kir. Zorlu, parastin kir û diyar kir ku ev doz ne hiqûqî ye û bi temanî siyasî ye. Zorlu xwest bêberdan. Dozger jî xwest Zorlu girtî bê darizandin. Parêzerê Zorlu jî anî ziman ku muvekkilên wî ji ber gotina "Heval" hatiye girtin û tahliyeya Zorlu xwest. Piştî parastinê heyetê bi şertê kontrola edlî der barê Zorlu de biryara berdanê da û Zorlu serbest berda. Heyetê dosya taloqî meha Cotmehê kir.