NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Aboriyê yê Rûsyayê Aleksey Ulyukayev ê ji ber ruşwet girtiye bi agahiya Putîn hate binçavkirin.
Wezîrê Aboriyê yê Rûsyayê Aleksey Ulyukayev, bi girtina 2 milyon dolar ruwşetê tê sûcdarkirin. Hate hînbûn ku Ulyukayev di çarçoveya Serwîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB) a ku berdewama KGB'ê ye dide meşandin de hatiye binçavkirin.
Li gorî îdiaya Komîteya Lêpirsînê Ulyukayev li beramberî ruşwetê ji bo ji serî 50.07 a şîrketa Başneftê ku yek ji şîrketa di bin kontrola dewletê de ye nêrînên erenî aniye ziman û hiştiye ku firotin pêk bê. Ruşwet ji kê hatiye girtin nehat aşkerakirin.
Komîtiya Lêpirsînê ku li hemberî Serokdewletê Rûsyayê berpirsyar e daxuyaniya "Ulyukayev, piştî lêpirsîna xwe bi şev hate binçavkirin" da.
Ulyukayev ê ku ji 2013'an heta iha Wezîrê Aboriyê ye heke sûcdar bê dîtin dibe ku di navbera 8-15 salan de ceza bigire.