Li Sûrê piştî telefona 'vala bikin' av hat qutkirin

AMED - Walîtiya Amedê piştî ku telefona "malan vala bikin" li welatiyên Sûrê kir, îro av hat qutkirin.

Li taxên Lalebey û Alîpaşa yên navçeya Sûrê ya Amedê ku di bin navê "veguherîna bajar" de di 23'yê gulanê de xirakirina malan dest pê kir, pêkûtiyên li ser welatiyan didome.

Walîtiya Amedê duh careke din telefona "malan vala bikin, ger vala nekin dê ceza bê birîn" li malbatan kir îro av hat qutkirin. Ekîbên DÎSKÎ yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serê sibehê hatin taxan û sate di 09.00'an de avên welatiyan hat qutkirin.

Di 20'ê gulanê re makîneyên kar û polîs hatibûn taxan û ekîbên DÎSKÎ'yê jî av qut kiribû. Piştî berxwedana malbatan makîneyên kar ji taxan vekişiyabû û av hatibû dayîn. Li taxan di 23'yê gulanê de beriya ku mal bên xirakirin av û ceryan hatibûn qutkirin. Li ser nerazîbûna malbatan hin av hatibû dayîn. Lê serê sibehê careke din av hat qutkirin.