Şirnexî bertek nîşanî biryara derxistina ji statuya bajêr dan: Dê ev biryar Şirnexê biqedîne

ŞIRNEX - Şirnexa ku piştî pevçûnên di dema qedexeyan de ji sedî 70'yê wê hat serobinokirin, vê carê bi derxistina ji statuya bajêr ket rojevê. Şirnexiyan li hemberî vê bertek nîşan da û wiha gotin: "Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe tiştekî wisa xist rojevê. Dê ev biryar di warê aborî de Şirnexê biqedîne."

Şirnexa ku di salên 1990'î de ji ber poltîkayên ewlehîparêz bûbû bajêr, niha jî tê xwestin ku ji statuya bajêr bê derxistin û bibe navçe. Şirnexiyan li hemberî vê yekê bertek nîşan da û dest nîşan kirin ku ev biryar birayreke siyasî ye û heke ji statuya bajêr bê derxistin ew ê di warê aborî de birûxin.

'BIRAYREKE SIYASÎ YE'

Enaf Hamza Çapar, anî ziman ku ji xwe li bajêr rewşa aborî nebaş e û heke bibe navçe dê ev rewş xerabtir bibe. Çapar, dest nîşan kir ku ev biryar biryareke siyasî ye û wiha got: "Xebatkarên cemaweriyê yên ji derve tên hindik be jî piştevaniya aboriya bajêr dikin. Heke bibe navçe, dê ev piştevanî jî nebe. Ev gav gaveke ku bes dixwazin pê rojevê biguherînin bi xwe ye. Divê demildest dev ji vê biryarê bê berdan."

'DÊ EV BIRYAR ŞIRNEXÊ BIQEDÎNE'

Kamil Kart ku 13 salin li navçeyê esnaftiyê dike, dest nîşan kir ku divê statuya bajêr ji dest wan neyê derxistin. Kart, anî ziman ku heke bajar bibe navçe, dê koçberiyeke mezin çêbibe û wiha axivî: "Li vir tu derfetên kar tune ye. Heke pêdiviya Cizîrê bi bajarbûnê heye bila bibe. Lê derî aqil e ku vê derê bikin navçe. 20 sal berê te ev der kiriye bajar û niha jî dikî navçe. 3 hezar karmend lê hene. Heke ev gerînendetiyên bajêr bên guherandin dê ev karmend biçin û dê bazirganî rawest e. Dê ev biryar Şirnexê biqedîne."

'DÊ KOÇBERIYEKE MEZIN ÇÊBIBE'

Emin Tatar jî, diyar kir ku gavavêtina ji bo bajarbûna Cizîrê dê wan kêfxweş bike, lê belê ji bo ku koçberiyeke mezin çênebe divê bajarê wan jî wek bajar bimîne. Tatar, got ku divê cizîrî jî di vî warî de bitêkoşin û wiha axivî: "Çi sûcê şirnexiyan heye? Divê mirovên herdu bajaran bera hevdu nedin. Gelek jîngeh tên çêkirin. Heke em bibin navçe dê kes li van jîngehan rûnenê."

'EM Ê DERABEYAN DEYNIN'

Xwediyê xwaringehê Mehmet Baysal jî, anî ziman ku heke Şirnex bibe navçe ew ê derabeyên xwe deynin. Baysal, got ku çareserî ew e ku her du navend jî bibin bajar û wiha got: "Heke Şirnex bibe navçe, em ê jî koç bikin." Omer Îlhan jî wiha got: "Dixwazin cizîrî û şirnexiyan bera hevdu bidin. Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe tiştekî wisa xist rojevê. Ji bo qenciya gelê Şirnex û Cizîrê tiştekî nakin."