Dengbêj Evdê Gozelê wefat kir

ŞIRNEX - Dengbêj Evdê Gozelê yê li Şirnexê bi kesayetiya xwe ya rengîn tê naskirin li nexwexaneyê jiyana xwe ji dest da.

Dengbêjê şirnexî Evdê Gozelê (Abdullah Îskaç) ku ev 2 meh in li Nexweşaneşa Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Gozelê ku ev demeke bi nexweşiya pençeşêrê ketibû hate hînbûn ku dê li Şirnexê bê definkirin.

Gozelê yê ku bi salan e dengbêjî dikir û bi kesayetiya xwe ya rengîn dihat naskirin di 11'ê cotmeha 2016'an de bi ihnceta der barê Wî de îxbar heye hatibû girtin û demeke li girtîgehê mabû.