Di doza komkujiya girtîgeha Amedê de biryar derneket

AMED - Rûniştina doza Komkujiya Girtîgeha Amedê ya sala 1996'an ku 11 girtî hatin kuştin û 24 girti birîndar bûn, hat dîtin. Ligel ku doz li ber demboriyê ye jî dîsa di rûniştinê de biryar derneket. Hemû bersûcan yek parastin kir.

Rûniştina doza "Komkujiya Girtîgeha Amedê" ya di 24'ê Îlona 1996'an de 11 girtiyên PKK'ê bi şîşan hatin kuştin û 24 girtî jî birîndar bûn, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Dûniştina doza komkujiyê ku 89 bersuc tên darizandin û heta niha 2 caran ji dadgeha bilind vegeriya ye, dîsa hat dîtin. Di rûniştina dozê de gelek bersuc bi riya SEGBİS'ê amade bûn.

BERSÛCAN YEK PARASTIN KIRIN

Balkêş e bersûcên yek tîp parastin kirin û wiha gotin: "Min sucdariya der barê xwe de û mafê xwe vegot. Ez dê der barê sûcê li ser min tê îdîakirin beyî di bin zextan de bimînim li gel parêzerê xwe îfade bidim. Daxwaza min a demê tune ye. " Doza ku 21 salin berdewam dike li ber demboriyê ye ku dozya bê girtin. Tevî ku 3 rûniştin tê dîtin û bang li bersûcan hatiye kirin ku bên îfade bidin jî hêj îfadeya bersûcan nehatiye girtin. Piştî parastina hevpar hat kirin heyetê navber da. Heyetê biryar da ku bersûcên îfade nedane îfadeya wan bê girtin û di rûniştinek din de amade bibin û biryar da ku ji bo vê yekê nivîsa talîmatê bê şandin. Heyetüê rûniştin taloyî cotmehê kir.


Di 24'ê Îlona 1996'an de li Zindana Amedê gardiyan û leşkeran bi ser odeyên girtiyan de girtibûn û di serdegirtina odeyan de 11 girtiyên PKK'ê bi îşkence û şîşan kuştibûn û 24 girtî jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê gardiyan polîs, leşker û doktor jî di navde der barê 72 kesan de doz hatibû vekirin. Doza ku di sala 1996'an de hat vekirin di 27'ê Sibata 2006'an de bi encam bûbû. Doz şandibûn dadgeha bilind û 2 caran li dadgeha bilind hatibû xerakirin û dîsa şandibûn dadgeha herêmî.