‘Yên ku dibêjin QSD bi DAIŞ'ê re li hev kiriye, bila li pevçûnên li Reqayê binêrin'

REQQA - Yek ji feremandarên YPG'a ku ber bi Reqayê ve diçe Loqman Xelîl, îdiayên Rûsyayê ku dibêje QSD bi DAIŞ'ê re li hev kiriye û ji bo derketinê korîdor vekiriye, bi pevçûnên li bajêr derewandin. Xelîl wiha got: "Tenê armanceke vê heye, bi vê yekê dixwazin lekeyê bînin ser operasyona Reqayê."

Merheleya dawî "Şerê Mezin" a operaosyona Xezeba Firatê, li eniya rojhilatê li Taxa El Meşleb û li eniya rojavayê jî li Taxa El Cezra didome. Hindik maye ku Taxa El Meşlebê bi temamî bê rizgarkirin û her wiha di roja 4'emîn a operasyonê de li Taxa El Cezrayê jî di navbera hêzên QSD'ê û DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Di çarçoveya pevçûnan de heta niha gelek DAIŞ'î hatine kuştin. Yek ji fermandarên YPG'ê Loqman Xelîl, bersiva îdiayên Rûsyayê ku gotibû ji bo DAIŞ'ê korîdor hatiye vekirin da.

GAVÊN DÎROKÎ

Xelîl, anî ziman ku di operasyona Xezeba Firatê de ew ketine merheleyeke din. Xelîl got ku wan merheleyên din bi awayekî serketî temam kiriye û ew bi merheleya dawî ya bi navê "Şerê Mezin" ketine navenda Reqayê û pêşveçûyîna wan didome. Xelîl, da zanîn ku wan ji bo Reqayê amadekariyên siyasî, leşkerî û civakiyî kirine. Xelîl, got ku li hin deveran hêzên wan 2 kîlometre û li hin deveren jî kîlometreyekê pêş ve çûne. Xelîl, dest nîşan kir ku operasyon bi awayekî serketî bi rê ve diçe û bi vî awayî ew gavên dîrokî davêjin.

GEL DI ŞERÊ REQAYÊ DE NE

Xelîl, diyar kir ku têkoşîna wan ji bo azadkirina navenda Reqayê ye. Xelîl, got ku wan mifteya Reqayê ji dest kesî wernegirtiye, hêzên wan bi bedêlên giran ketine bajarekî dagirkirî. Xelîl, anî ziman ku wan ev yek ji bo gelan kiriye. Xelîl, da zanîn ku ereb, kurd, tirkmen, çerkez û suryanî bûne yek û ketine Reqayê û ew li gor hêz û derfetên xwe hewl didin ku bajêr azad bikin.

'RÛSYA LEKEYÊ TÎNE SER OPERASYONÊ'

Xelîl, bersiv da îdiayên Rûsyê ku gotibû QSD û DAIŞ'ê li hev kiriye û ji bo DAIŞ derkeve li başûrê bajêr korîdor hatiye vekirin û wiha axivî: "Serê van îdiayan Rûsya dikişîne. Dixwazin di qada navnetewî de hêzên ku Reqayê azad dikin reş bikin. Îro her kes dizane, ku kî bi DAIŞ'ê re tevkariyê dike û kî nake. Şervanên QSD'ê di her warî de li dijî DAIŞ'ê têdikoşin. Heke ev kar karê rojekê û du rojan bûna niha ji zûv de me Reqa wergirtibû. Lê belê, ev rewş ne tiştekî rast e û bêbinî ye. Çawa em ketin Reqayê pevçûnên dijwar dest pê kirin. Şervanên me bi manewiyateke mezin pêş ve diçin. Tenê armanceke vê heye, bi vê yekê dixwazin lekeyê bînin ser operasyona Reqayê."

Nazim Daştan - dihaber