Operasyonan esnaf ber bi îflasê ve birin

AGIRÎ - Ji ber operasyona li herêma Tendurekê, esnafên Giyadînê li ber îflasê ne.

Li herêma Tendurekê ji 24'ê Gulanê ve heta niha operasyona leşkerî didome. Ji ber operasyonê esnafên Giyadînê li ber îflasê ne. Gundiyên ku her roj ji bo pêdiviyên xwe yên rojane ji gund diçin navçeyan, niha ji ber noqteyên leşker û cerdevanan ên li têketinên gundan nikarin ji gundên xwe derkevin. Esnafên ku bi mehane ji bo kar bikin li benda meha Remezanê bûn jî, ji ber ku gundî nikarin bên kar nakin û ji neçarî zû derabeyên dikanên xwe datînin û berê xwe didin malê.

‘ÊDÎ GUNDÎ NIKARIN DANÛSTENDINÊ JÎ BIKIN'

Xwediyê marketê Celal Vûral, anî ziman ku her diçe rewşa karê wan xerabtir dibe û wiha axivî: "Weziyeta ruhê civakê bi xwe jî bandorê li esnafan dike. Ji ber şidet, bêaramî û tirsê mirov nikarin ji gundan bên û danûstendinê bikin. Her sal em dibêjin xwezî bi par. Qezenca min a 4 sal berê û ya îsal ne wekhev e. Gelek çek û senedên me man. Senedên min hatin protestokirin. Çima wisa ye? Çimkî kar tune ye. Îro min du pakêt cixare qedandiye."

‘EM DEV JI KARÊ XWE BERDIDIN Û DIÇIN MALÊN XWE'

Aşvanê navçeyê Abdullah Yildirim (65), anî ziman ku berî nîvro jiyana li navçeyê radiweste û wiha axivî: "Êdî em tu karî nakin. Heta 2 sal berê jî her tişt baş bû. Niha em ditirsin ku bixebitin. Berî nîvro bibe em berê xwe didin malên xwe. Em mexdûr in, ji çewisandinên dewletê ditirsin."

‘EM HILDIBERÎNIN, LÊ NIKARIN BIFIROŞIN'

Yildirim, kuştina Orhan Aslan (16) û Muhammed Aydemir (15) yên ku li firinê dixebitîn û di sala 2015'an de polîsên taybet ew kuştin bi bîr xistin û wiha got: "Li vir du kesên bêguneh hatin kuştin. Êdî em jî ditirsin ku êvarî derkevin derve. Gundiyên ku ar ji me dikirin jî ditirsin. Em hildiberînin, lê nikarin bifiroşin."

LEŞKER-POLÎS MUZÎKA DAWETAN JÎ DIYAR DIKIN

Yunus Ozden ku li navçeyê atolyeya wî ya muzîkê heye, dest nîşan kir ku leşker û polîs muzîkên dawetên li herêmê diyar dikin û wiha got: "Îsal em tu karî nakin. Berê dawet û şahî çêdibûn. Lê niha ji ber pêvajoya heyî xweşikî kar tune ye. Berê me kîjan stran bixwestana me ew lê dida. Lê niha ew stranên me diyar dikin. Xwediyê dawetê bi xwe jî ditirse ku mudaxile bike. Dema em stranan li gor dilê xwe lê bidin, bi ser me de tên." Ozden, dest nîşan kir ku piştî OHAL'ê çewisandin zêdetir bûye.