AMED - Ozlem Duran, ku bi darê zorê ji Taxa Hasirli ya Sûrê hatibû derxistin û li Taxa Alîpaşayê bi cih bûbû, niha tê xwestin ku ji vê taxê jî bê derxistin. Niha Duran, tevî dayika xwe ya berastenga dîtinê, 4 zarokên xwe û 5 pisîkên xwe di nav pençikên koç û rûxandinê de ye.
Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê, di bin navê "veguherandina bajêr" de li hêlekê mal tên rûxandin û li hêla din jî malbat li gel gef û çewisandinan jî li ber xwe didin. Niştecihên vê navçeya dîrokî, ne xerîbê van çewisandina ne. Yek ji van malbatan jî malbata Duranê ye. Malbata Duran, di dema qedexeyên derketina derve û pevçûnên li navçeyê de ji Taxa Hasirli ku hîn jî qedexe lê didome hat koçandin û piştî koçê li Taxa Alîpaşayê bi cih bû. Lê niha heman malbat li Taxa Alîpaşayê jî bi tehdîda rûxandinê re rû bir û ye.
‘POLÎSAN BI ZORÊ EM DERXISTIN'
Ozlem Duran, ji neçarî tevî dayika xwe ya berastenga dîtinê û 4 zarokên xwe koç kir. Duran, Sûr neterikand û li Taxa Alîpaşayê li malekê bi cih bû. Duran got ku, polîsan ew bi darê zorê derxistine û piştî derxistinê ew neçar mane ku li Taxa Alîpaşayê bi cih bibin. Duran, anî ziman ku li vir jî careke din ew bi rûxandin û koçberiyê re rû bi rû ne.
JÊNEGERA MALBATÊ: PISÎKA KINALI Û ÇAR TÊJIKÊN WÊ
Duran, pisîka xwe ya bi navê "Kinali" (Hineyî) ya li Taxa Hasirliyê mezin kiriye jî bi xwe re aniye û got ku, dayika pisîkê di dema "qedexeya derketina kolanan" de bi guleya polîsan hatiye kuştin. Paşê pisîka malê za û 4 têjikên wê çêbûn. Duran ku her roj bi gefên "malên xwe vala bikin" re rû bi rû dimîne, ferqê naxe navbera pisîk û zarokên xwe û wan ji hev dûr naxe.
‘QET NEFIKIRÎM KU SÛRÊ BITERIKÎNIM'
Duran wiha axivî: "Polîsan em bi zorê derxistin. Niha jî dixwazin me ji vir derxînin. Heta niha min qet terka Sûrê nekiriye. Ji niha û pêve jî qet nefikirîme ku biterikînim. Em nikarin li cihekî din bijîn. Me ber ber bi neçariyê ve hêl dikin."
‘MA EZ Ê BI KU VE BIÇIM...'
Duran, anî ziman ku pisîkên wê nikarin li daîreyên apartmanan bijîn û wiha dest nîşan kir: "Hem eziyetê li me hem jî li pisîkên me dikin. Ma ez ê bi ku ve biçim? Em naçin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Ozgur Paksoy - dihaber