Piştî fitarê rê û rêbaza hênikbûyînê: Bîcî bîcî

EDENE - Li Edeneyê, serdema bîcî bîciyên ku bivênevêya havînê ye dest pê kir. Bi hatina meha Remezanê re, ji bo xwe hênik bikin edeneyî piştî fitariyê berê xwe didin bîcî bîciyan.

Bi hatina havînê re li Edeneyê, serdema bîcî bîciyên ku bivênevêya havînê ye dest pê kir û ji ber meha Remezanê eleqeyeke zêde ji bo wê heye. Êvarî edeneyî li ber Çemê Seyhanê, li ber Gola Bendava Seyhanê û gelek deverên bajêr xwe bi bîcî bîciyan hênik dikin.

'SERDEMA BÎCÎ BÎCIYAN DEST PÊ KIR'

Yilmaz Baş, dest nîşan kir ku 18 sal in ew vî karî dike û wiha got: "Bîcî bîcî bi nîşastayê tê çêkirin. Pêşî nîşasta tê kelandin, paşê tê cemidandin. Paşê qalib qalib tê jêkirin û tu dixî tasikan. Paşê mûz, fêkî, şekirê pûdrayî tevlî van bîcî bîciyên di tasikan de ne tê kirin û bi vî awayî tê firotin. Buhayê wê 5 lîre ye. Ji ber serdema wan nû dest pê kiriye, nû nû tê daxwazkirin."

'DI REMEZANÊ DE DAXWAZ ZÊDE YE'

Baş, diyar kir ku ji bo havînê mirov xwe hênik bike, bîcî bîcî yek ji wan şîraniyên jêneger e. Baş, got ku şîraniya ku herî zêde li Edeneyê tê mezaxtin bîcî bîcî ye. Baş wiha axivî: "Îsal dema wê û meha Remezanê li hev derket û piştî fitariyê ji bo mirov xwe hênik bikin bîcî bîciyê tercîh dikin."

'EM BI MALBATÎ VÎ KARÎ DIKIN'

Firoşkara bîcî bîciyê Fatma Ornek jî, dest nîşan kir ku 7 sal in ew vî karî dike û debara malbata xwe bi vî karî dike. Ornek, da zanîn ku ew tevî zarok û hevjînê xwe vî karî dike û wiha axivî: "Li Edeneyê rê û rêbaza hênikbûnê bîcî bîcî ye. Hem ji ber germahiyê û hem jî ji ner meha Remezanê, ji bo ku mirov xwe hênik bikin bîcî bîciyê tercîh dikin."