WAN - Emîne Muhammed a qamişloyî ku ji ber şerê li Sûriyeyê reviya û hat Tirkiyeyê, bi hefteyan li Wanê hat sekinandin. Paşê bêyî ku malbat bê agahdarkirin, pêşî ew şandin Hatayê û paşê jî hat dersînorkirin û ew şandin Îdlîba ku di dest komên çekdar de ye.
Emîne Muhammed a qamişloyî ku ji ber şerê li Sûriyeyê reviya û hat Tirkiyeyê, bi hefteyan li Wanê hat sekinandin, paşê ew şandin Hatayê û ji wir jî hat dersînorkirin û ew şandin Îdlîbê. Xezûrê Muhammed, Nezîr Muhammed îdia kir ku bûka wî ya ku hat Tirkiyeyê teslîmî komên çekdar hatiye kirin.
Di 2'yê Gulanê de Muhammed jî di nav de nêzî 500 penaber di deriyê sînor ê Derecîkê yê girêdayî navçeya Şemzîzanê ya Colemêrgê de derbasî Tirkiyeyê bûn û bi rojan li sînor hatin sekinandin û paşê ew şandin Wanê. Emîne Muhammed û yên li gel wê anîn Navenda Şandinê ya Îdareya Koçberiyê ya Bajêr. Bi hefteyan hatin sekinandin û li ser hewldanên fermî yên malbatê jî ew şandin kampa Hatayê û li wir hatin derîsînorkirin û şandin Îdlîbê.
'BI SEDAN MIROV LI ERDÊ RADIZÊN'
Xezûrê Emine Muhammed, Nezîr Muhammed ku ji Almanyayê hat, anî ziman ku li sînorê Derecîkê çend mal veguherandine kampê û dema bûka wî sînor derbas kiriye bi rojan li wir hatiye rawestandin. Muhammed wiha got: "Ji bo ez wê bibim Almanyayê hatim Tirkiyeyê. Pasaporta wê, her tiştê wê amade bû. Dema keça min sînor derbas kir, çûm Derecîkê min ew dît. Perîşan bûbûn, li erdê radiketin û bi ser de pere ji wan distendin. Leşkeran ji kesên sînor derbas dikirin re digotin 'Ji bo çi hûn hatine, ji xwe hûn ê vegerin, em we nagirin.' Li Şemzînanê em çûn cem qeymeqam. Me rewş jê re vegot. Me bi belgeyan vegot ku di 6'ê Hezîranê de li Stenbolê li Konsolosxaneya Almanyayê randevûya me heye. Qeymeqamtî got, dê di nav rojek du rojan de wan bînin Wanê. Li ser vê em rabûn û çûn Wanê."
'MIN DÎT, DEMA PARÊZER ÇÛ ÎNKAR KIRIN'
Muhammed, parve kir ku bûka wî ya ku anîn Navenda Şandinê ya Îdareya Koçberiyê ya Bajêr bêyî ku hayê wan û parêzeran pê bixin şandine Hatayê û wiha domand: "Em çûn îdareya koçberiyê û me rewş ragihand rayedarên li wir. Min kinc û pêlav ji bûka xwe re kirîn û çûm wir. Bi zor û heft bela 5 deqîqe destûr dan. Min kincên wê danê û derketim. Ji me re gotin 'Biçin, em ê hefteyek şûnde agahiyê bidin we.' Ez jî çûm Cizîrê cem xizmên me. Hefteyek şûn de yanî di 1'ê Hezîranê de dîsa vegeriyam Wanê. Baro parêzerek ji bo me tayîn kir. Parêzer li ser navê me çû navendê û pirsî. Gerînendeyê navendê ji parêzer re got 'Keseke bi vî navî li cem me tune ye'. Dîsa em çûn cem gerînende û ji me re got 'Belê, li vir e lê em nikarin nîşanî we bidin, sibê werin.' Dubare em vegeriyan edliyeyê û min rewş ragihand. Wan jî ji bo bipirse parêzerek din şandin. Roja din serê sibehê em çûn îdareya koçberiyê. Ji me re gotin 'Me ew şandine Hatayê kampê, biçin ji wir wergirin'. Meger di nav komên sê kesiyî de di nav penaberên li navendê de Emîneyê jî şandine."
PÊŞÎ ŞANDIN KAMPÊ, PAŞÊ JÎ HAT DERSÎNORKIRIN'
Muhammed, anî ziman ku Emîne bi awayekî derhuqûqî pêşî birine kampa Hatayê û paşê ew şandine Îdlîbê. Muhammed, got ku penaberên ku xwe li Tirkiyeyê dihêwirînin bi awayekî aşkere teslîmî komên çekdar tên kirin. Muhammed wiha axivî: "Me di heman rojê de parêzer şand kampa Hatayê. Parêzer çû kampa Hatayê. Meger demildest hatine dersînorkirin. Me xwe gihand hin kesên li Îdlîbê, me pere şandin hesabên wan. Da tiştek neyê serê bûka min û wê bişînin Efrînê. Dema kesek têkeve destê çeteyan, li malbatên wan digerin û doza 20-30 hezar dolarî dikin. Dema tu neşînî jî dikujin. Li gel hemû hewldanên me jî bûka min dersînor kirin. Niha tenê hêviya me ew e ku bi sax û silamet derbasî Efrînê bibin."
‘DEMA YÊN TÊN SÎNOR KURD BIN, EZIYETÊ LI WAN DIKIN'
Muhammed, anî ziman ku bi taybetî jî penaberên kurd ên sînor derbas dikin paş ve dişînin û wiha got: "Dema kurd tên sînor heqaretê li wan dikin, leşker bertîlê distîne û gefa li wan dixwin. Penaberên ku tên cihên wek Derecîkê, leşker ji wan re dibêjin 'PKK we dişîne ne wisa? Hûn ê neyên vî welatî?' û eziyetê li wan dikin."