NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê rizgarkirina Reqayê di roja 4’an de didome. Şervanên QSD’è şevê din li taxa El Meşleb a rojhilatê Reqayê pêş de çûn. Di navbera şervanan û DAIŞ`ê de şerên dijwar rûdan. Di şer de herî kêm 20 DAÎŞ hatin kuştin. Di şer de ber bangê taxa El-Meşleb bi temamî ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin.
Şerê rizgarkirina Reqqayê di roja 4'an de didome. Di operasyona rizgarkirinê de şerê giran rû didin. Şervanên QSD’è şevê din li taxa El Meşleb a rojhilatê Reqayê pêş de çûn. Di navbera şervanan û DAIŞ`ê de şerên dijwar rûdan. Di şer de herî kêm 20 DAÎŞ hatin kuştin. Di şer de ber bangê taxa El-Meşleb bi temamî ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin. Li taxa rizgarkirî şervanan dest bi xebata lêgerînê û bêbandorkirina mayînan kirin. Li baskê rojavayê bajar jî şevê din şer dijwar bû. Li qada El-Cezra DAIŞ`ê xwestin bi maşîneyên bombebarkirî erîşî noqteyên şervanan bikin. Şervanan 2 maşîneyên bombebarkirî îmha kirin. Piştre şervanan li heman qadê kargeheke maşîneyên bombebarkirî lê dihatin amadekirin dîtin û îmha kirin. Şervanên QSD`ê pêşveçûyînên xwe ber bi navenda Reqayê ve didominin.