Tehekûma qeyûm a li ser xwezayê: Kinc li daran kirin

AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, di bin navê perwerdehiya karî de bermayiyên perçeyên karên destan li daran dike. Ekolojîstan li hemberî vê rewşê bertek nîşan dan û vê yekê wek tehekûma li ser xwezayê nirxandin.

Bi perçeyên bermayî yên karê destan ên atolyeyên pîşeyî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji daran re kinc tên çêkirin. Bi hatina qeyûm re, projeya kinckirina gewdeyên daran li seranseriya bajêr belav bû. Ekolojîstan li hemberî vê rewşê bertek nîşan da. Projeya kinckirina daran li kolanên semta Ofîsê dest pê kirin û ev yek di bin navê perwerdehiya karî de tê kirin. Tê destnîşankirin ku bi vî awayî tê xwestin ku xweza bê dejenerekirin û binpêkirin.

'PERGALA NÊRZA XWEZAYÊ KEDÎ DIKE'

Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Şaban Alinak, diyar kir ku li gelek bajaran taybetmendiyên mirovan li daran hatine barkirin û bi vê yekê qirkirina xwezayê tê xwestin û mirov hewl didin ku wê têxin bin tekela xwe. Alinak, dest nîşan kir ku pergala nêrza hewl dide ku xwezayê kedî bike û ev yek di roja me ya îro de wek tecawizkirina zarok, jin û xwezayê xwe dide der. Alinak, got ku qirkirina xwezayê felaketên tirsnak bi xwe re tîne.

‘KINCKIRINA DARAN MUDAXILEKIRINA XWEZAYÊ YE'

Alinak, projeya kinckirina daran a qeyûmê Amedê nirxand û got ku, bi vê yekê xweza tê tehekumkirin. Alinak wiha axivî: "Qeyûmê tayînî Amedê hatiye kirin, di bin navê atolyeyên perwerdehiyê de nêzîkatiya navendîkirina mirovan li xwezayê tê empozekirin. Kinckirina daran, ne ku li hawirdorê dîmeneke estetîk dide der, berkesê wê kirêtiyê bi xwe re tîne. Ev rewş di heman demê de dibe sedema rizandina daran. Ji dêvla kinckirinê, ji bo dar nerizin û kurm nekevin wan divê bên kirêckirin."

‘JI KIRÊTIYA DÎMENÎ PÊVTIR NE TU TIŞTE JÎ'

Alinak, anî ziman ku sedemeke din a vê hewldana qeyûm ew e ku ser komkujiya xwezayê ya li Hewselê binixumîne û wiha bang kir: "Kinckirina daran, tehekuma li ser xwezayê ye. Ji xwe ji berê heta niha tim mirov hewl didin ku xwezayê têxin bin tehekumiya xwe. Li navendeke ku her aliyên wê hatiye betonkirin, kinckirina daran ji kirêtiya dîmenî pêvtir ne tu tişt e jî. Me bi qeyûman re tehkumiya mirovan a li ser mirovan dît, niha heman tişt li ser xwezayê jî tê kirin. Em dixwazin ku ferasetkarên navendî dawî li vê tehekumiya xwe ya li ser xwezayê bînin."

'ARMANÇ XWEŞIKBÛNA DÎTBARÎ YE!'

Têkîldarî mijarê rayedarekî Serokatiya Daîreya Qadên Hêşîn û Park Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin ev agahî da: "Me beriya mehekî biryara vî projeyê girt û pêk tînin. Armanc xweşikbûna dîtbarî pêk anîn e. Ev proje dê bidome. Lê vê carê dê ji paç bê çêkirin û her derê darê bê pêçan. Em ê vê carê bi hunadinê na bi paçan ve bipêçin."