REQQA – Di du hefteyên derbasbûyî de, zêdetirî 55 hezar koçber koçî bajarê Tebqaya azad bûn. Piştî koç kirin rewşa wan a jiyanî ji ber derfetên kêm her diçe xerab dibe. Koçber di peydakirina nan de zehmetiyan dijîn.
Piştî Tebqa ji destê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin, nêzî 55 -60 hezar koçber ji herêmên Meskene, Reqqa, Humis, Hema û herêmên din ên Sûriyê koçî Tebqayê bûn. Piraniya koçberan di malên sivîlan de bi cih dibin, hin ji wan di avahiyên ku berê yên rejîma Baas bûn de bi cih dibin. Di her malekê de, nêzî 50 kes bê nivîn û betanî dijîn. Li aliyekî din ve jî pêdiviyên jiyanî yên sereke tune ye. Hejmarek koçber ji bo peydakirina nan an jî ard, li nav bajêr digerin. Tevî ku firneyên nan ên Tebqayê dixebitin jî, ji ber zêdebûna hejmara koçberan nikarin pêdiviyên wan bi cih bînin.