ŞIRNEX - 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê 4 sal û 7 meh û 10 roj cezayê girtîgehê li Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu birî.
5'emîn rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li Girtîgeha Tîpa F a Kandira girtî tê darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Heyeta dadgehê di rûniştina 5'emlin de ceza li Encu burî. Encu bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû û parastin kir. Bi sedema salona rûniştinê biçûk e gelek kes nekarîbûn beşdarî rûniştina dozê bibin Tenê Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez Mehmet Ali Aslan li salonê amade bûn. Piştî Encu û parêzeran parastin kir heyetê navber da rûniştinê. Heyetê piştî navberê biryar da û bi giştî 4 sal û 7 meh û 10 roj cezayê girtîgehê li Encu birî.