GÎRESUN - Xebatkarê HDP'ê O.H.N., ku li Giresunê hat girtin û xwe wekî “welatparêzê elewiyê kurd" bi nav dike, diyar kir ku beriya bê girtin ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyeya zayendî hatiye.
ÎHD'ê piştî mijar lêkolîn kir glî kir. Lê Dozgeriya Komarê ya Giresunê pêdivî bi lêpirsînê nedît.
Hevserê siyasetvan Gulsum Kaya ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de namzeta parlamenteriyê bû O. H.N. di binçavan de rastî îşkenceya zayendî hat. O.H.N. tevî hevalên xwe çûbû navçeya Espiye ya Gîresûnê û bi îdîaya 'di nava rêxistina milîsên PKK'ê ya li Gîresûnê cih digire' hate binçavkirin, hat binçavkirin û rastî îşkenceya zayendi hat. Bûyera destdirêjiye bi nameya O.H.N. a ji ÎHD'ê re şandî derket holê. Bûyer di 20'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Espiye pêk hat. Li ser îxbarekê, li benda kontrolê ya li ser Pira Nûrettîn Canîklî ya li navçeya Espiye ya Gîresûnê wesayîtek hat sekinandin û O.H.N. Remzî Dûrmaz, Dûrsûn Gulîzar û Mumîn Kûrt ên di wesayîtê de bûn, hatin binçavkirin. Her çar kes, 16 rojan di binê çavan de hatin hiştin. Di gilînameya têkildarî wan de, ji bilî îfadeyên bi îşkenceyê hate girtin, tu delîl nîne. Tevî vê yekê jî bi îdîaya 'endametiya PKK'ê û 'li ser navê rêxistinê li Derya Reş keşf kirine' hatin girtin. Piştî salekê, bi nameya ku O.H.N. ji Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê ji ÎHD'ê re şand asta îşkenceya ku di binê çavan de lê hate kirin, derkete holê.
BI ÇOYAN ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ KIRIN
O.H.N. di 20'ê Çileya 2017'an de nameyeke şand û diyar kir ku dema ji Midûriyeta Polîsan a Espiye dibirin Midûriyeta Gîresûnê, ew ji wesayîtekê hate peyakirin û li wesayîteke din hate siwarkirin, ew birin avahiyekê û li wê derê bi çoyan îşkenceya zayendî lê kirin. O.H.N. anî ziman ku ew bi hevalên xwe re ji bo gerê çûye Gîresûnê, lê li benda kontrolê bêyî tiştek ji wan re bê gotin hatine sekinandin û binçavkirin. O.H.N. di nameyê de wiha qala bûyerê kir: "Li pêşiya Espiye, li benda kontrolê ya polîsan wesayîta me hate sekinandin û dest bi lêgerînê kirin. Bêyî ku tiştekî ji me re bibêjin, em ji wesayîtê dûr xistin û li ber dîwarekî sekinandin. Zêdeyî 10 polîs û leşker li ser serê me bûn. Di destê wan de çekên dirêj hebûn. Kesekî ku texmîn dikim leşker bû, li hevalê me nerî û got, 'Divê mirov van hemûyan girê bidin û li ber Şaredariya Amedê biteqînin'."
'WÊNEYÊ ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ KIŞANDIN'
O.H.N. di berdewama nameyê de wiha got: "Destê me li pişt me kelepçe kirin. Li wesayîtê siwar kirin. Ji bo careke din li wesayîta me bigerin, em birin tamîrxaneyekê. Dema di wesayîtê de bûm, polîsekî bejna wî dirêj bû heqaret li min dikir. Ez birin Midûriyeta Polîsan a Espiyeyê. Li midûriyeta polîsan, di lêgerînê de ji ber pirtûkek bi min re, polîsekî bi berçavk sixêfên giran li min kir û li min da. Piştre ji bo min bibin Midûriyeta Polîsan a Gîresûnê, ez li wesayîteke ku sê polîsên sivîl lê bûn siwar kirin. Piştî wextekê ez ji vê wesayîtê peya kirin, li wesayîteke din ku sê kesên din tê de bûn siwar kirin. Min birin avahiyekê û van her sê kesan bi cismekî xerîb ê dişibe ço, îşkenceya zayendî li min kirin. Dema îşkence li min dikirin wêneyê îşkenceyê dikişandin. 5-10 deqe piştî bûyerê ez radestî ekîba destpêkê ya polîsan kirin.
GOTIN 'EM Ê DEST BAVÊJIN HEVJÎNA TE'
Piştî rojekê, hevjîna min ji bo li min bipirse hat Midûriyeta Polisan a Gîresûnê. Piştî ku çû polîsan ji min re gotin, 'Heman tiştên me bi te kirin, em ê bi hevjîna te jî bikin' û ji min xwestin ku her tiştên ew bêjin, ez qebûl bikim." O.H.N. ku hevjîna wî Gulsum Kaya jî ji heman dozê girtî ye, di nameya xwe de ragihand, ku ji ber vê bûyera rûmetşikandinê fedî dikir, wî heta roja îro tiştên bi serê wî ve hatine negotiye û ji parêzvanên mafên mirovan alîkarî xwest. Piştî wergirtina nameyê, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan li Dozgeriya Komarê ya Gîresûnê gilî kir, ji bo polîs û jendermeyên destavêtin kirin bên tespîtkirin, lê ev serlêdana wî hate redkirin. Îtiraz li vê biryara redkirinê hate kirin, lê dadgeriyê biryar da ku 'pêwîstî bi lêkolînkirinê nîne' û hewl da bûyerê binixumîne. Di 9'ê Hezîrana 2017'an de wê rûniştina destpêkê ya dozê li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Gîresûnê bê dîtin.
Deniz Nazli - dihaber