MÊRDÎN - Rûniştina doza Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Heyeta dadgehê ji bo dosyayê binirxine doz taloqî 18'ê tîrmehê kir.
2'emîn runiştina doza Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulser Yildirim a li Girtîgeha Tîpa F a Kandriyê girtî tê darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Yildirim ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tev li rûniştinê nebû. Di rûniştina dozê de parêzerên Yildirim, malbata Yildirim, Parlementerên HDP'ê Erol Dora, Mithat Sancar, Feleknas Uca, Saadet Becerikli, Meral Daniş Beştaş, endam û rêveberên HDP'ê yên Mêrdînê amade bûn. Piştî tesbîtkirina nasnameyan, parêzeran parastin kirin. Dadger bi hinceta "Delîlên şênber ên sûc hene" biryara berdewama girtina Yildirim da. Heyetê ji bo dosyayê binirxîne rûniştina dozê taloqî 18'ê tîrmehê kir. Piştî rûniştinê Parlementerên HDP'ê li ber avahiya Edliye ya Mêrdînê daxuyanî dan. Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku desthilatdarî dixwaze bi girtina parlementerên HDP'ê, HDP'ê tavsiye bike û bi wê re jî siyaseta demokratîk ji holê rake. Beştaş destnîşan kir ku biryarên der barê parlementerên HDP'ê de ji aliyê yek navendê ve tên dayîn.