DÎLOK - Rûniştina doza kuştina rojnamegerê Sûriyeyî Naji El Jarf li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Heyetê 2 caran cezayê muebetê û 5 sal û 5 meh cezayê girtigehê li kujer Yusuf Hamed Eşverihi birî.
Rûniştina doza kuştina rojnamegerê Sûriyiyî Naji El Jarf (37) li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Di rûniştinêde Farag Al Hussin, Ali Cerkez, Reyad Matar û parêzerên wan amade bû. Bersûc Yusuf Hamed Eşverihi ku girtî tê darizandin bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Piştî parastin hatin kirin heyeta dadgehê li bersûc Eşverihi, bi sucdariya bi zanebûn û plan kuştiye 2 caran cezayê muebetê û bi sucdariya teqemenî peyda kirine jî 5 sal û 5 meh ceza birî. Heyetê der barê bersuc Cerkes, Hussin û Matar de jî ji ber delil tune beraet kir.