ENQERE - Kedkarên cemaweriyê yên ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yê li Girtîgeha Sîncanê de ne û 93 roj in di grevê de ne li cadeya yukselê kom bûn careke din rastî êrîşa polîsan hatin. Çalakgeran diyar kirin ku ew ê qadê neterikînin.
Çalakiya ku li cadeya Yukselê ya Enqereyê ya "Em karê xwe dixwazin" a beriya 213 rojan dest pê kir ji aliyê Nazîfe Onay a çalakiya xwe ya Stenbolê anî Yukselê û Nazan Bozkurt û Erdogan Canpolat ve hate berdewamkirin. Polîsan careke din mudaxaleyê kesên ku ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên girtî ne kir. Koma ku li kolana Konurê hatin cem hev û ber bi cadeya Yukselê ve meşiyan hê daxuyanî nedabû rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bi mertalan ve êrîşî komê kir.
Piştre welatiyê bi navê Abîdîn Sirma yi kolana Konurê daxuyanî da û wiha got: "Heta ku daxwazên Nuriye û Semîh bên qebûlkirin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li tu deverê cihanê polîs mudaxaleyî kesên ku daxuyaniyê didin nake. AKP a faşîst nahêle em daxuyaniyê jî bidin. Ev li kû hatiye dîtin. Di şevekî de karê me, nanê me ji destê me bigire di şevekî de keda bi salan bavêjin çopê. Ev bêwijdanî ye, kedxwarî ye."
Piştre ji bo çalakiya saet di 18.00'an de bangawazî hat kirin û hat gotin ku ew ê cadeya Yukselê neterikînin.