HDP'iyên hatin înfazkirin bi bîr anîn

AMED - Li Amedê 4 welatiyên ku ji aliyê alîgirên Hur Dava Partîsî ve piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an hati înfazkirin hatin bibîranîn.

Rêxistinên DBP, HDP yên Yenîşehîr a Amedê û ESP endamên HDP Bayram Ozelçî, Fesîh Çinar, Emîn Ensen û Bayram Dagtan ên ku di 9'ê Hezîrena 2015'an de piştî Serokê Yenî Îhya-Der'ê Aytaç Baran hat kuştin ji aliyê alîgirên Hur Dava Partîsî hatin kuştin bi bîr anîn. Malbatên kesên ku hatin înfazkirin û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê ya li avahiya HDP'ê ya Yenîşehîrê hat lidarxistin bûn. Hevseroka DBP'ê ya Yenîşehîrê Kadriye Ozcanli diyar kir ku AKP di hilbijartinên 7'ê hezîranê de têk çûye ji ber vê yekê jî AKP û Serokomar Tayyîp Erdogan encamên hilbijartinan qebûl nekirine û provakosyonan dest pê kiriye. Ozcanli anî ziman ku Baran ji aliyê hêzên tarî ve hatiye kuştin.

Piştî Ozcanli malbatên kesên ku hatin înfazkirin axivîn û merasîm bi dawî bû.