Li hemberî muduriyeta polîsan êrîşeke roketiyî

WAN- Hat hînbûn ku, li hemberî Muduriyeta Polîsan a Westanê êrîşeke bi çekên lûledirêj û roketan pêk hatiye.

Hat hînbûn ku, li hemberî Muduriyeta Polîsan a Westana Wanê êrîşeke bi çekên lûledirêj û roketan pêk hatiye. Hat ragihandin ku, li Taxa Selimiye ya navçeyê dengê çekan tê û destûr nayê dayîn ku welatî ji malên xwe derkevin. Der bar mirî û birîndaran de agahî bi dest neketin.