Rêya Qislê û Pulumurê 200 roj şûnde vebû

DERSIM - Walitiya Dersimê, têkildarî rêya navbera Qislê û Pulumurê daxuyanî da û diyar kir ku rê ji nûve li trafîkê vebûye.

Walîtiya Dersimê têkildarî rêya Qislê û Pulumurê ya piştî 15’ê Gulanê hat girtin daxuyanî da. Walîtiyê diyar kir ku rêya Erzîngan û Qislê saet di navberên 06.00-16.00’an de ji rêwiyên transit re hatiye vekirin. Walitiye diyar kir ku rêyên di navbera Dersim Qisle, Dersim -Pulumur-Erzincan ji çûn û hatinê re saet di navbera 06.00 û 16.00 li trafîkê hatiye vekirin.

Rêya navbera Dersim, - Qislê, Dersim -Pulumur-Erzingan jî di saetên navbera 16.00 û 24.00’an de tenê ji maşîneyên rêwiyên transît re vekiriye. Rê piştî saet 24.00’ê şevê heta 06.00’ê jî ji hemû rêyan re hatiye girtin.