Girtiyê nayê tedawîkirin dibe milê wî jê bibe

NAVENDA NÛÇEYAN - Mûrat Eltîmûr, ku li Girtîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvriyê tê ragirtin, ji ber tedawiya wî ya fizîkî tê astengkirin masûlkeyên wî lawaz bûne û bi rîska milê wî yê rastê bê jêkirin heye. Rêveberiya girtîgehê daxwaza tedawiyê ya Eltimûr nabersivîne.

Mûrat Eltimûr ê 19 salî, ku di meha Çileyê de li Stenbolê bi hinceta ku îfadeyên şahidên nepen li ser hene hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyeyê. Eltîmûr, di Tebaxa 2016'an de bi motorsiklêtê qezayek derbas kiribû û ji ber di qezayê de rehikên milê wî yên rastê texrîb bûne, niha bi xetereya ku ji milê xwe bibe re rû bi rû ye. Li gel vê rîsk û xetereyê jî, rêveberiya girtîgehê tedawiya Eltîmûr asteng dike.

LI GEL RAPORA KU NÎŞEYÊN LEZGÎNÎ LI SER HATINE NIVÎSANDIN JÎ NAYÊ TEDAWÎKIRIN

Berî ku bê girtin, Eltîmûr heftê 7 rojan dihat tedawîkirin. Lê ji roja ku ketiye girtîgehê heta niha qet nehatiye tedawîkirin. Ji bo Eltîmûr tedawiya xwe bidomîne, malbata wî hemû raporên tenduristiyê berpêşî îdareya girtîgehê kirin û piştî ku bijîşkê saziyê ew muayene kir, diyar kir ku divê demildest bê tedawîkirin. Bijîşkê saziyê raporek amade kir û li ser raporê noteke "lezgîn" nisvîsand û ew sewqî Beşa Tedawiya Fizîkê kir. Lê belê li gel vê yekê jî ev 5 meh in ku îdareya girtîgehê ew neşandiye tedawiyê.

Ji ber lawazbûna masûlkeyan, Eltîmûr êdî nikare milê xwe bileqîne jî û ji ber vê yekê niha bi rîska ku milê xwe winda bike re rû bi rû ye. Eltîmûr, ji bo tedawiyê daxwazname da îdareya girtîgehê lê belê hîn jî bersiva daxwaznameya wî nehatiye dayîn.

WEK NAVNÎŞAN DOZGERÎ HAT NÎŞANDAN

Me îdia ji berprisiyarê revîra Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyeyê pirsîn. Berprisiyar, nexwest der barê rewşa girtî de agahiyan bide. Berpirsiyar, diyar kir ku ew girêdayî Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoya Stenbolê ne û wiha got: "Hûn ê biçin dozgeriyê û serî lê bidin. Dema ku ew daxwaznameyê bidin me, em ê der barê girtî de agahiyan bidin. Wekî din nepêkan e ku em agahiyan bidin."