Salek e girtiyên li Osmaniyeyê nayên tedawîkirin

STENBOL - Tûfan Îlbaş û hevalên wî yên dema "qedexeya derketina kolanan" a Nisêbînê bi birîndarî hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, nabin nexweşxaneyê. Saleke girtî nayên tedawîkirin.

Di 26'ê Gulana 2016'an dema "qedexeya derketina kolanan" a li Nisêbîna Mêrdînê, 12 jê zarok 42 kes li Taxa Yenîşehîrê hatibûn binçavkirin. Di nav van kesan hatin binçavkirin û paşê hatin girtin de kesên birîndar jî hebûn. Hat hînbûn ku saleke kesên birîndar nehatine tedawîkirin. Kesên ku bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" ji aliyê Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nisêbînê hatin girtin pêşî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û paşê ew şandin Girtîgeha Osmaniyeyê. Malbata Tûfan Îlbaşê girtî, anî ziman ku ji roja ku zarokên wan hatine binçavkirin heta niha îşkence li wan hatiye kirin û ev salek e tedawiya kesên birîndar nayê kirin.

‘ÎŞKENCE LI WAN HATIYE KIRIN'

Nesîbe Îlbaş, ku her meh ji bo hevdîtina kurê xwe ji Stenbolê diçe girtîgehê wiha got: "3 tiliyên Tûfan şikiyane û li gelek deverên laşê wî birîn hene. Ji ber hevdîtina girtî ye, tam nizanim li kuderên wî birîn hene. Hevalê li cem wî jî dikuliya û birînên wî jî hebûn."

‘BAŞ NAYÊN TEDAWÎKIRIN'

Îlbaş, anî ziman ku paşê wê du hefte şûnde di hevdîtina vekirî de kurê xwe dîtiye û ev agahî parve kirin: "Piraniya wan birîndar in. Yên hinan jê lingên wan birîndar bû. Lingê yekî seqet bû, yên hinan jê gule li çavên wan ketine. Yê kurê min jî, li mil û lingên wî birîn hebûn. Hîn jî perçeyên şerapnelê di lingên wî de ne. Lingê wî nêm girtiye. Ripîreş bûye, werimiye." Îlbaş, diyar kir ku li ser vê yekê wê ji kurê xwe pirsiye ku çima ew naçin nexweşxaneyê û got kurê wê wiha ragihandiye: "Dayê, me dibin nexweşxaneyê, lê leşker li aliyekî, bijîşk li aliyekî îşkenceyê li me dikin, sixêfan ji me re dibêjin. Xweşikî tedawî nakin."

Îlbaş, balê kişand ser rewşa girtiyê bi navê Akel ê rojavayî ku ew û kurê wê li cem hev dimînin û wiha got: "Destê Akel riziyaye. Kesên tevî Tûfan hatine girtin, xweşikî nabin nexweşxaneyê. Bi taybetî jî hevalên wan ê ku gule li çavê wî ketiye qet nebirine. Herî dawî dema em çûn, ew sirgûn kiribûn."

BÊDENG NEMÎNIN!

Îlbaş, balê kişand ser pêkanînên kêfî yên li girtîgehan û got ku, hevdîtina vekirî 2 mehan carekê û mafê telefonê jî 2 hefteyan carekê ye. Îlbaş, anî ziman ku li ser dosyeya kurê wê biryara nepeniyê heye û hîn jî îdianame nehatiye amadekirin. Îlbaş, bang li parêzvanên mafên mirovan kir û xwest tevbigerin.