Bêyî destûra cerdevanan nikarin li xwezaya welatê jî xwe bigerin

COLEMÊRG - Li Geverê Qulûba Cîlo Trekkîng ku ji aliyê xwezahezan ve hat avakirin, fealiyetên çiyagerî, kişik, kaşûn û çandî bi rê ve dibe. Xwezahez, ji ber qedexeyan tenê dikarin biçin cihên diyarkirî û dema bixwazin biçin gundan divê destûrê ji cerdevanan wergirin û wiha gotin: "Nahêlin em li welatê xwe jî bigerin."

Li Gevera Colemêrgê, komeke xwezahez bi navê "Cîlo Trekkîng" qulûbek ava kirin. Qulûba ku ji komeke 40 kesî ve pêk tê fealiyetên çiyagerî, kişik, kaşûn û çandî bi rê ve dibin. Her wiha kom, ji ber qedexeyên li herêmê tenê dikarin biçin hin cihên diyarkirî.

Qulûba Cîlo Trekkîngê Fîkret Yaşar balê kişand ser hilweşandina Geverê ku di bihata 2016'an de di dema "qedexeyên derketina kolanan" de ji hêla hêzên dewletê ve bi tang û topan hat serobinokirin û wiha got: "Ew rewşa kavilbûyî ya li bajêr bandoreke derûnî li ser mirovên bajêr kir. Ji bo em vê bandorê ji holê rabikin, em û hevalên xwe hatin gel heve û me zivistanê dest bi xebatên xwe kir. Me di 3'yê Gulana 2017'an de qulûba xwe ava kir. Em xebatên xwe di bin banê qulûbê de bi rê ve dibin."

'KES NIKARE ME JI VÊ XWEZAYÊ BIKE'

Yaşar anî ziman ku bi hatina biharê re ew li heremên Doskî, Karan û Su Ustuyê geriyane, lê belê ji ber qedexeyên li herêmê qadên ku ew ê lê bigerin hatine sînorkirin û wiha domand: "Niha cihê gera me bisînor kirine. Destûr nadin ku li her deîr bigerin. Bes em dikarin biçin heremên nêzî gundên li navçeyan. Ji bo vê yekê em neçar dimînin li cerdevanan bigerin. Cihên xweş Çarçela, Meydana Belek, Çiyayê Cilo, Herema Cinet û Cehenemê, aliyê Şemzînanê ne, lê ji ber ku evd er qedexe ne em niha nikarin biçin vana deran. Kesên dixwazin bên van deran, li me digerin. Ji bo hatinê daxwaz zêde ye, lê belê qedexe zêde ye. Dîsa jî her çi qas kêm be jî em fealiyetên xwe par ve dikin. Li holê xwezayeke pir xweş heye. Lê çi dibe bile bibe kes nikare me ji vê xwezayê bike."

'EM BER BI ÇIYAYAN VE DIREVIN'

Yaşar, dest nîşan kir ku li her derî noqteyên lêgerînê hene û li ew li van noqteyan bi saetan tên rawestandin. Yaşar, diyar kir ku Gever veguherandine girtîgehê û wiha axivî: "Ji xwe ya ku me ber bi vê sporê ve hêl kir, ew bû ku em ji girt,gehê rizgar bibin. Her tim polîtîkayên wan ên ewlehîparêz wek astengiyê derdikevin pêşberî me. Hema bêje li her derê çiyayan, li serê her girî leşker bi cih kirine. Dema ku em li herêma Doskiyê digeriyan, em desteser kirin û birin qereqolê. Li wir ji me re gotin 'Hûn nikarin li van deran bigerin. Ev der cihên qedexe ne.' Nahêlin em li welatê xwe jî bigerin."

BANG LI XWEZAHEZAN KIRIN

Herî dawî Yaşar, diyar kir ku ji bo ew ji qelebalixiya bajêr dûr bikevin ew ber bi çiyayan ve direvin. Yaşar bang li xwezahezan kir û xwest ku li Colemêrg û navçeyên wê ku xwedî xwezayeke bêhempa ne bigerin.