MÊRDÎN - Hîn jî qedexeya li ser goristana ku li Taxa Kişla ya Nisêbînê ye didome. Bi hinceta muhîmat di goran de hene, gorên hatine rûxandin nayên çêkirin. Her wiha kesên dimirin jî, di bin venêrîna polîsan de tên veşartin.
Ji "qedexeya derketina kolanan" ku di 13'ê Adara 2016'an de hat îlankirin ve heta niha, qedexeya li Goristana Heciyan a li Taxa Kişla ya Nisêbîna Mêrdînê berdewam dike. Ji sedî 50'yê goristanê, di dema qedexeya li navçeyê de hatiye rûxandin.
RÊ DI NAV GORISTANÊ RE DERBAS KIRINE
Dîsa di dema şer de polîsan ji bo wesayîtên zirxî bikevin nava goristanê riyeke bi qasî 5 metre fireh li goristanê çêkirine. Gorên ku li têketina goristanê yanî li hêla taxê dikevin hemû hatine rûxandin. Her çi qas di ser bidawîbûna pevçûnan re salek derbas bûbe jî, heta niha goristan nehatiye çêkirin û her wiha qedexeya li goristanê hîn jî berdewame.
Malbatên ku ji bo çêkirina gorên xizmên xwe serî li muduriyeta polîsan û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dane, bi hinceta "dibe ku di nav goran de muhîmat hebin" daxwaza wan hatiye redkirin.
KETINA NAVA GORISTANÊN YPS'YIYAN QEDEXE YE
Li aliyê din jî gorên endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî bi telan hatine dorpêçkirin, bi kamerayan tê şopandin û çûyîna nava gorên wan qedexe ye. Li gor agahiyên ku me ji niştecihên navçeyê wergirtin, dema gel carinan diçin serdana gorên xwe, ji aliyê polîsan ve ji nav goristanê tên derxistin.
KESÊN DIMIRIN DI BIN QONTROLA POLÎSAN DE TÊN VEŞARTIN
Her wiha kesên ku li navçeyê dimirin jî ji aliyê 5-6 xizmên xwe ve û di bin kontrola polîsan de tên veşartin.
'VÊ PIRSÊ JI DEWLETÊ BIKIN'
Miduriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li ser pirsa me ya ji bo gorên ku saleke nehatine çêkirin û di nav wan re rê hatiye derbaskirin, diyar kir ku dê di nav 10 rojan de bên çêkirin. A.E. ya ku gora xizmê wê ahtiye rûxandin, pirsa me ya "Hûn ê kengî goran çêbikin?" wiha bersivand: "Bersiva wê ji dewleta tirk bipirsin' da me.