Trilyonan jî bidin ez ji Sûrê dernakevim

AMED - Şêniya taxa Alîpaşa ku naxwaze xaniyê wê bê xerakirin û naxwaze ji Sûrê koç bibe wiha bertek nîşanî dewletê da: "Digotin Tercal. Aha Tercal ev Tercal e. Welleh û billeh trîlyonan jî bidin min, dîsa jî ez ji mala xwe dernakevim. Ez li vir çêbûme û mezin bûme. Ma ez ê çawa biçim?"


Alîpaşa û Lalebey... Her du jî taxên Sûra Amedê ne. Ji her du taxên ku bi malên xwe yên kevirî û kuçeyên xwe yên teng bêhna dîrokê ji wan tê, niha di bin navê "veguherandina bajêr" de bi rûxandinê re rû bi rû ne. Di 23'yê Gulanê de kemçe ketin taxan û heta niha hinek mal hatine rûxandin. Wisa dixuyê ku dê di rojên pêş de jî malên din bên rûxandin. Niştecihên taxê ku hîn malên xwe vala nekirine, li dijî van pêkanînan heta qirikê tije ne. Ev nerazîbûna wan tenê ne ji bo dewletê ye, ji bo rojavayê Tirkiyeyê ye jî, ku qet dengê wan nabihîse û piştevaniya wan nake.

HERÎ ZÊDE JIN BI HÊRS IN

Li dijî rûxandinê herî zêde jin bihêrs in... Jinên Alîpaşayê ku bi salane bi hev re radibin û rûdinên, kêfexweşî, bexwtewarî, xemgînî, êş û azarên xwe bi hev re parve dikin, naxwazin taxên xwe biterikînin.

Yek ji jinên Taxa Alîpaşayê ku bi rûxandinê re rû bi rû maye Sabîha Oncu ye. Oncu, dibêje ku ew naxwaze taxa xwe biterikîne û wiha dipirse: "Ma ez ê Sûrê bihêlim û bi ku ve biçim?"

Heta ku hîn dewlet şev nîvê şevekê agir bernedaye xanî û axurên wan, zarokatiya Sabîhayê li Gundê Cûmatê yê Farqîna Amedê derbas dibe... Piştî vê bûyera di salên 90'î de malbata Oncu berê xwe dide Amedê û ji wê rojê heta niha li Taxa Alîpaşayê bi cih dibe.

BERXWEDANA KU JI ZAROKATIYÊ DEST PÊ KIRIYE...

Hîn Sabîhayê yek salî ye, çîroka jiyana wê ya zor û zehmet dest pê dike. Dema bavê wê hewiyê tîne ser diya wê û hîn Sabîha pitik e, diya wê ducanî dibe û li nexweşxaneyê cêwî tîne dinê. Lê belê, piştî welidînê diya wê dimire. Xalê wê, dayika wê defin dikin û cêwî dibin sir û winda dibin.

Êdî xizmên wê, ew xwedî dikin. Her wiha wê demê bavê wê jî tim di hedefa leşker û polîsan de ye. Ji ber vê ji gund koç dikin. Lê koçbûyîn jî bêfêde ye. Dewlet dev ji bavê wê bernade, ta ku heta rojekê bi awayekî ku tiliyên wî jêkirî û mirî tê dîtin.

Dema Sabîha dibe 16 salî tê zewicandin; lê belê ji ber ku ew û hevjînê xwe li hev nakin, di 20 saliya xwe de dev ji hevdu berdidin. Di zewaca 4 salan de, keç û kurek ji Sabîhayê re çêdibin. Navê keçê Mizgîn û navê kur jî Egît e... Hevjînê wê zarokan ji Sabîhayê re dihêle û berê xwe dide Dîlokê. Malbata wê ji bo bizewice bi ser wê de diçin, lê Sabîha bi karkeriya demsalî û karê paqijiyê yê rojane her du zarokên xwe mezin dike.

‘MA EZ Ê ÇAWA DEV JI SÛRÊ BERDIM?'

Niha hîn jî Sabîha li mala xwe ya Taxa Alîpaşayê ye û dibêje ku qethiyen ew naçe devereke din. Sabîha, ku bi tu awayî naxwaze Sûra ku 27 sal in lê dijî biterikîne wiha dipirse: "Ma ez ê çawa dev ji Sûrê berdim?" Sabîha ku tim û tim li hemberî zor û zehmetiyên jiyanê li ber xwe dide wiha dibêje: "Dema bên mala min birûxînin, ez ê rûnêm û bisekinim. Ez ê neçim tu cihî."

‘MA EWROPA JÎ NABIHÎSE?'

Li Taxa Alîpaşayê, dema me bi Sabîhayê re sohbet dikir jineke din hat cem me. Dema bihîst ku ez rojnamger im, dest pê kir û vegot: "Hûn ewqas nûçeyan çêdikin, ma qey Ewropa qet dengê me nabihîse? Dev ji rojavayê (rojavayê Tirkiyeyê) berde, ji xwe ne xema wan e. Ma qey Ewropa jî dengê me nabihîse?"

Ji ber ku dê mala wê bê rûxandin zaf bihêrs bû. Te digot qey rayedarekî dewletê li hemberî wê ye û diaxivî. "Ma tu dibêjî qey derdê wan başbûna jiyana me ye. Derdê wan ew e ku zêrên di bin van malan de derxînin. Derdê wan ew e ku ji bo mirovên ji rojavayê bên, qadên turîstî vebikin. Bila ji rojava mirov bên û bigerin. Ma tu dibê qey li cem Hz. Silêman çi çêkirine. Tenê biyanî diçin serdana wir dikin."

AHA! TERCAL EV TERCAL E!

Jina ku bi xwe nikaribû, paxila xwe vekir û wiha got: "Te dît digotin Tercal û Tercal. Aha Tercal ev Tercal e. Welleh û billeh trîlyonan jî bidin min, dîsa jî ez ê ji mala xwe dernakevim. Ez li vir çêbûme û mezin bûme. Ma ez ê çawa biçim? Bila bên û mala min bi ser serê min de birûxînin. Lê ez dernakevim." Jina ku serê her gotinê lêborîn dixwest di ber xwe de heta ku ji ber çavan winda bû wiha got: "Stuyê wan bişikê, bi ber wan ve vebe."

Zuhal Atlan - dihaber