AMED - Dozgerê Komarê yê Amedê li Osman Baydemîr bi hinceta bê berdêl 10 salan Cemxane ji elewiyan re ava kir fezleke amade kir. Ji bo fezlekeyê hikma "Di dema sepandina vê protokolê de heke nelihevkirinek derkeve holê, pêşî divê li gor baweriya elewîtiyê alîgir biçin Cemxaneyê nelihevkirinê bi axaftinê çareser bikin" wek hincet hat nîşandan. Dema Baydemir Şaredarê Amedê bû, Cemxane hatibû avakirin.
Der barê Berdevkê HDP'ê û Parlementerê Rihayê Osman Baydemîr de, ji ber di sala 2012'an de dema Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê bû û protokala avahiya Cemxane ji bo Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) hat tahsîskirin îmze kiriye bi îdiaya "peywira xwe nebaş bi kar aniye" fezleke hat amadekirin. Fezleke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin û ji bo destnedayîna Baydemîr bê betalkirin ji Wezareta Dadê re hat şandin.
Di fezlekeyê de hat bibîrxistin ku madeya 8'emîn a protokola ku di navbera PSAKD û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye îmzekirin, li dijî madeya 2'yemîn a Qanûna Bingehîn e û ji ber vê yekê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Wezareta Karên Navxweyî, mufetîşek peywirdar kir û di encama lêkolîna mufetîş de hat destnîşankirin ku Mala Çandê ya li Taxa Peyasê ye bi biryara meclîsa şaredariyê heta 10 salan bêyî bedêl wek Mala Cemê terxanî PSAKD'ê hatiye kirin. Mufetîşê Mulkiyeyê Abdulmutalîp Aksoy, der barê tahsîskirina avahiyê de di 25'ê Kanûna 2015'an de pêşraporeke lêkolînî amade kir û hat îfadekirin ku der barê kesên ku ji kirariya tahsîsê berpirsiyar tu kirrarî nehatine kirin.
‘LI DIJÎ RÊGEZA LAÎKBÛYÎNÊ YE'
Di fezlekeyê de hat bibîrxistin ku, ji bo tahsîskirina avahiyê di 17'ê Nîsana 2012'an de di navbera Baydemîr û PSAKD'ê de protokoleke 9 madeyî hatiye îmzekirin. Hat diyarkirin ku di madeya 8'emîn a protokolê de îbareya "Di dema sepandina vê protokolê de heke nelihevkirinek derkeve holê, pêşî divê li gor baweriya elewîtiyê alîgir biçin Mala Cemê û nelihevkirinê bi axaftinê çareser bikin. Heke bi axaftinê encamek bi dest nekeve, dê biryarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têbar bin. Her du alî teahud dikin ku dê li gor vê biryarê tevbigerin" cih digire.
Di fezlekeyê de hat diyarkirin ku Komara Tirkiyeyê di Qanûna Bingehîn de "Dewleteke laîk, civakî û huqûqê ye", lê belê di porotokolê de hikma "Di dema sepandina vê protokolê de heke nelihevkirinek derkeve holê, pêşî divê li gor baweriya elewîtiyê alîgir biçin Mala Cemê" heye. Di fezlekeyê de hat derpêşkirin ku ev hikm, bereksê feraseta dewleta laîk e, ku di Qanûan Bingehîn de hatiye diyarkirin. Bi vî awayî hat xwestin ku destnedayîna Baydemîr bê betalkirin.