QSD'ê taxa 3'emîn ji DAÎŞ'ê rizgar kir

REQQA - Şervanên QSD'ê ku di 6'ê Hezîranê de dest bi operasyona Reqqa kirin di roja 5'an de taxa 3'emîn ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir.

Şervanên QSD’ê ku ji Rojavayê bajarê Reqqa bi pêş ve diçin piştî ku taxa Sabahiyê rizgar kirin berê xwe dane taxa Romanî. Şervan danê sibehê ketin nav taxê. DAÎŞ'ên di taxê de bi motosîkletê bombekirî xwestin erişî şervanan bikin. Bi bersivdayina şervanan re şerê dijwar dest pê kir. Şerê dijwar heta niha jî berdewam dike. Di şer de 21 yek DAÎŞ hatin kuştin gelek çek û cebelxane ketin destê şervanan.
Li taxa Sabahiye ku doh hatibû rizgarkirin şervanan lêgerîn dane destpêkirin. Di encamên lêgerînê de 3 çeken BKC, 6 Guley RPG7, doçkayek 23.5 tevlî erebeya wê ketin dest şervanên QSD'ê.

Di encama legerinê de 3 cenazeyên DAÎŞ'ê jî ketin deste şervanên QSD'ê.