Çavkaniyên herêmî: Li Çelê helîkopter ket

COLEMÊRG - Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, li navçeya Çelê ya Colemêrgê şervanên HPG’ê helîkopterek TSK'ê xist. 2 jê pilot bi giştî 16 leşkeran ji yana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan, li navçeya Çelê ya Colemêrgê şervanên HPG’ê helîkopterek TSK'ê ya Skorsky xistin xwarê. Welatiyan diyar kirin ku şikestinek di helîkopterê de derketiye û leşkerên di helîkopterê de bi rêya helîkopterek din hatine rizgar kirin. Lê li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê di helîkoptera ku duh bi şev hat xistin de 2 jê pîlot bi giştî 16 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

HPG’ê û TSK'ê têkildarî mijarê ti daxuyaniyek nedaye. Di 31'ê Gulanê de jî li Şirnexê helîkopter ketibû û 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn.