STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu ku axaftina vekirinê ya “komxebata rêxistinkirinê” kir diyar kir ku HDK dengê gelane û dê ji kesên ku dixwazin welat vegerînin goristanê re bêje “Bese”.
Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK), ji bo pirsgirêkên civakî yên tikriyê, nexşerêya dê di dema nû de were şopandin û derbarê têkiliyên dê bi dînamîkên civakê re were danîn de li Otala Hîll Taksîmê starta “komxebata rêxistinkirinê” ya dê du rojan dom bike da.
Axaftina vekirinê ya komxebatê Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu kir. Hamzaoglu, diyar kir ku HDK’ê dikarî ji kesên ku dixwazin welat bikin goristan re bêjin “bese” û wiha got: “HDK bû dengê gelan. AKP û MHP’ê di referandumê de gelek paş ketin. Ji 31 bajarên mezin 17 winda kirin. AKP demek dirêje ji partîbûnê derketiye û bûye dewlet. Bûye rêveberê faşîzmê.”
Hamzaoglu, di şexsê Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel ku girtiye hemû kesên li salonê amade ne silav kir û dawî li axaftina xwe anî.
Piştî axaftina vekirinê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.