AMED - Li Çinarê Amedê zaroka 11 salî G.D. rastê îstîsmara zayendî hat. Li ser îstîsmarê G.D. ji aliyê polîsan ve xistin Saziya Parastina Zarokan a Amedê. G.D. piştî zayînê tevî zaroka wê şandin Saziya Parastina Zarokan.
Li navçeya Çinarê ya Amedê zaroka 11 salî G.D. ji aliyê kesên ku navê wan nehat zanîn ve rastê îstîsmara zayendî hat. Hat hînbûn ku piştî li Zayîngeha Amedê zarok ji G.A. re bûye. Li gor agahiyên ji Zayîngeha Amedê saziyên jinan jî destpê lêkolînan kir. Saziyê jinan derbarê buyerê de mehekê lêkolîn kirin û ji malbata G.D.’ê jî teyît kirin. Saziyên jinan derbarê mijarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Çinarê da, lê tû encam bidest ne xistin.
HER DÛ ZAROK HATIN DESTESERKIRIN
Li gor agahiyên saziyên jinan G.D. ji aliyê polîsan ve li Zayîngeha Amedê hat desteserkirin û li Saziya Spartina Zarokan a Amedê hat rawestandin. Li ser lêkolînan hat hînbûn li Zayîngeha Amedê zarok ji G.D. re bûye û li Saziya Spartina Zarokan a Amedê tên rawestandin. Li ser buyerê agahiyên ji malbata hatî girtin, nayê zanîn ku buyer çawa qewimiye û li ser êşan a G.D. serî li Nexweşxaneyê dane û buyerê hîn bûne.
Ozgur Paksoy / Dewran Toptaş - dîhaber