ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê di çalakiya xwe ya hefteya 386’emîn de xwest ku girtiyê bi navê Giyasettîn Sevmîş ê ku nexweşê Wilsonê ye û rapora wî ya “nikare li girtîgehê bimîne” heye bê berdan.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi dirûşmeya “Bila winda bên ditin, faîl bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 386’an de çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de li ser navê ÎHD’ê serokê şaxê Ahmet Çîçek daxuyanî da. Çîçek, diyar kir ku kesek çi kiribe bila kiribe dema dikeve girtîgehê di bin parastina hiqûqa navneteweyî de ye û wiha got: “Girtîgeh ne cihê ku cara duyemîn girtiyan ceza bike ye. Tiştên li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn vê nîşan dide. Em dixwazin di şexsê girtiyê bi navê Giyasettîn Sevmîş ê nexweşê Wilsonê (nexweşiya ji ber di laş de zêde sifir çêbûye) hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
Çîçek çîroka Sevmîş wiha vegot: “Ji be nexweşiya Wilsonê Giyasettîn Sevmîş ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de ye nexweşiya di cigerên wî de ye jî kûr dibe. Di destê Sevmîş de raopra ‘nikare li girtîgehê bimîne’ heye. Em dixwazin ji bo dermankirinê Sevmîş bê berdan. Em bang li raya giştî dikin ku xwedî li girtiyan derbikevin.”