'Nikarin te winda bikin lawê min, ji ber min wêneyê te di çavê xwe de xêzkiriye’

STENBOL - Dayîkên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta Veysel Guney ê ku di darbeya 12’yê Îlonê de hat darvekirin û cenazeyê wî hat windakirin pirsîn. Di çalakiyê de gotinên dayîka Guney Zeynep Guney a jiyana xwe ji dest daye “Nikarin te winda bikin lawê min ji ber ku min wêneyê te di çavên xwe de xîzkiriye. Navê te li ser zimanê xwe nivîsiye. Min gora te di dile xwe de çêkiriye” hat xwendin.

aşikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê ya Stenbolê cara 637'emîn hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in winda li kûne" hate vekirin de wêneyên winda û dowîz hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Veysel Guney ê ku di pêvajoya darbeya 12’yê Îlonê de hat darvekirin û cenazeyê wî hat windakirin hat pirsîn.

‘PIŞTÎ DARBEYA 15’Ê TÎRMEHÊ JÎ WINDAHÎ HATIN JIYÎN’

Parêzerê malbata Guney Ercan Kanar, diyar kir ku darvekirina Vyesel Guney skandalek hiqûqî ye û wiha got: “Ev doz ji bo dîroka hiqûqê lekeyeke. Bi biryarek lez hat darvekirin. Di tu dadgehan de mafê parêzer jêre ne hatiye dayîn. Îro jî windahî didomin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê jî windahî hatin jiyîn û li Enqereyê 11 kes hatin windakirin.”


Birazayê Veysel Guney Dogan Guney jî da zanîn ku beriya 36 salan apê wî ji wan girtin windakirin û wiha pêde çû: “Dapîra min vê hesretê jiyana xwe ji dest da. 30 salan di nava hesreta kurê xwe de jiya. Ger ev ne sûcê mirovahiyê be yê çiye? em dixwqazin hesabê vê bê pirsîn. Ez li dada ku pêwîste digerim.”

‘NIKARIN TE WINDA BIKIN LAWÊ MIN’

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê mirovên şemiyê Yeter Yucel ve hat dayîn. Yucel, diyar kir ku cenazeyê Veysel Guney ê ku beriya 36 salan hat darvekirin hatiye windakirin û wiha got: “Dayîk Zeynep Guney di 86 salî beriya jiyana xwe ji dest bide, bi salan li vê qadê bi heman hêrs û êşê ev gotin kirin; ‘Nikarin te winda bikin lawê min ji ber ku min wêneyê te di çavên xwe de xîzkiriye. Navê te li ser zimanê xwe nivîsiye. Min gora te di dile xwe de çêkiriye.’ Me şahidiya êş û hêrsa wê kir, di 36’emîn salvegera qetilkirina Veysel Guney de ji cihê ku Zeynep Guney hiştiye em didomînin û hûnê nikaribin Veysel Guney winda bikin.”