ÎHD: Bila karkeriya zarokan bê qedexekirin

STENBOL - Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi navê 'Ez zarok im, mafê min heye' sempozyum pêk anî. Civaknas Ayşe Tepe Dogan, diyar kir ku wan bi gelek malbatan re hevdîtin kirin û ji malbatan ji sedî 76 xwestin karkeriya zarokan bê qedexekirin.

Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 1'emîn Sempozyuma Zarokan pêk anî. ÎHD'ê bi navê "Ez zarok im mafê min heye" li salona Civînê ya Cezayîrê sempozyum li dar xist.
Li salonê pankartên “Ji îstîsmara zarokan re na", “Di temenê pêşwext de zewac sûc e" û “Mafê zarokên penaber beriya sînoran tê" vekirin.

Endama komisyona zarokan a ÎHD'ê Şinda Bariş, axaftina vekirinê kir û bal kişand ser rewşa zarokan. Doç. Dr. Pinar Uyan Semerci jî li ser mijara “Li Tirkiye karkeriya zarokan û di çandiniya demsalî de karkeriya zarokan" niqaş kir. Semercî, anî ziman ku heta 18 salî mirov zarok e û wiha got: "Divê Tirkiye bi rastiya karkeriya zarokan re bê rûqalî hev û mafê zarokan biparêze. Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin karkeriya zarokan e. Divê hemû civak ji vê yekê bêzar be.

‘HERÎ KÊM 9 SAETAN DIXEBITIN'

Semercî, destnîşan kir ku sala par li Yuregir- Kadikoy, Karataş- Karagoçer û Karataş-Tuzla yên Edeneyê li ser karkerên zarok lêkolîn kir û li gorî lêkolînê zarokên harker herî kêm 9 saetan dixebitin. Semercî, da zanîn ku bi pranî her dem dixebitin û ji sedî 90 ji hefteyekî 7 rojan dixebitin. Semercî, da zanîn ku zarokên li nava zeviyan dixebitin rojê 11 saetan û 7 rojan dixebitin.

ZAROKAN DIDIN XEBITANDIN

Civaknas Ayşe Tepe Dogan, jî di sempozyumê de diyar kir ku wan bi gelek malbatên zarokên karker re hevdîtin kirin û ji malbatan ji sedî 76 xwestin karkeriya zarokan bê qedexekirin. Dogan da zanîn ku di sala 1999'an de zarokên li malê kar dikirin 4 milyon û 447 hezar bûn û di sala 2006’an de bû 6 milyon 540 û hezar di sala 2012'an de zêdeyî milyonek kes zêde bû û derket 7 milyon û 503 hezar.