AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, hevsera Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş Başak Demirtaş li mala wê ziyaret kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay, malbata Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattin Demirtaş ku girtî ye ziyaret kir. Kemalbey, hevsera Demirtaş Başak Demîrtaş li mala wê ya Amedê ziyaret kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, Endamê Meclîsa HDP'ê Omer Onen û Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer jî li gel Kemalbay ziyaret kir. Heyeta HDP'ê ji aliyê Başak Demirtaş ve li malê hat pêşwazîkirin.
Kemalbay di ziyaretê de li ser rewşa hiqûqî û girtina Demîrtaş axivî. Piştre der barê pêvajoya hiqûqî û Dadgeha Qanûna Bingehîn de agahî da Demîrtaş. Heyetê piştî ziyaretê ber bi Cizîrê ve ketin rê.
Kemalbey, rojên borî malbata Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag jî ziyaret kirib