ENQERE - Polîsan li rawestgeha dolmîşan a Guvenparkê bi gaza îsotê êrîşî ajokaran kir û çek li wan kişand.
Polîsan li parka dolmîşan a Parka Guvenparkê êrîşî ajokarên dolmîşan kir. Hat diyar kirin ku ji ber polisek di rêya şaş de maşîne ajot û ajokaran bertek nîşan da, alozî derket. Hat zanîn ku piştî alozî derket polîsan êrîşî ajokarên dolmişan kir. Dema polîsan xwest ajokarekî binçav bikin ajokarên din bertek nîşan dan û bûyer mezin bû. Di bûyerê de polîsan gaza îsotê avêt ruyê ajokaran û çek li ajokaran kişand.