STENBOL - Komîsyona Girtigehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" de hefteya 272’an li Qada Galatasarayê kom bûn û xwestin nexweşa Wernicke Korsakoffê Yildiz Gemicioglu bê berdan.
Komîsyona Girtigehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 272’an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Endamên komîsyonê û xizmên girtiyên nexweş di çalakiyê de dowîzên “Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpa F bên girtin", “Tecrîd dikuje şewirîn dide jiyandin" “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" rakirin û wêneyên girtiyên nexweş rakirin. Komê di çalakiya rûniştinê de bê navber siloganên “Ji îşkenceya OHAL'ê re bes e",“Tecrîd dikuje, şewirîn dide jiyandin" û "Mirov bi mafê xwe mirov e" berz kirin. Di çalakiyê de xwestin girtiya nexweşa Wernicke Korsakoff Yildiz Gemicioglu serbest bê berdan. Aktîvîsta mafê mirovan Emine Kuçukbumin daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Yildiz Gemicioglu û xwest Yildiz Gemîcioglu bê berdan.