Xebatkarên TV 10'ê bal kişandin ser komkujiya Ortanca

STENBOL - Xebatkarên TV 10, ji bo qanala tv ji nûve vebe, di hefteya 36’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkaran vê hefteyê bal kişandin ser komkujiya elewiyan ku 51 sal berê li navçeya Ortanca ya Muglayê pêk hatiye.

Xebatkarên TV 10 a bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 36’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê, parazvanên mafên mirovan, rêveberên HDP'ê û gelek welatiyên din jî piştgirî dan çalakiyê. Xebatkarên TV 10 di çalakiyê de pankart û dowîzên "Tv 10 nayê girtin" “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Dengê heqîqetê TV 10 nayê bedengkirin" bilind kirin.

Serokê Gerînendeya Giştî yê TV 10'ê Veli Buyukşahin, bal kişand ser komkujiya 51 sal berê ku li navçeya Ortanca ya Muglayê pêk hatiye û wiha got: "Salvegera komkujiya elewiyên Ortanca ye. Ev komkuji zêde nayê zanîn. Heta niha dewletê der barê vê komkujiyê de tu daxuyanî nedaye. Ev jî yek ji komkujiyên elewiyan ku di dariyê de maye ye. Lê em tu komkujiyan ji bîr nakin û ji bo ronîkirina wan em dê têbikoşin.

Hunermenda elewî Pınar Aydinlar û Mehmet Ekincî deyîn gotin û çalakî bi deyîşan bi dawî bû.